Jinên Dîlokê: Em ê li qadan dengê azadiyê bilind bikin 2020-03-07 12:51:05   DîLOK - Platforma Jinên Demokratîk a Dîlokê, di çarçoveya 8'ê Adarê de daxuyanî da û got: "Ji bo em dengê azadiyê li bilind bikin em ê di 8'ê Adarê de saet di 13.00'an de li Parka Kirkayak bin."   Pilatforma Jinên Demokratîk a Dîlokê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê  Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Em ê jin wekî her 8'ê Adarê di vê 8'ê Adarê de jî daxwazên xwe dubare bikin û ji bo em dengê xwe bilind bikin em ê bên gel hev."   Daxuyanî wiha ye:    "Em ji qirkirina jinan ku di demên dawîn de zêde bûye re, ji tacîz û tecawizê re dibêjin êdî bes e.  Em ji êrîşên zayendî ên li dijî zarokan, ji tundiyali wan tê kirin re û ji zewaca di temenê biçûk de re dibêjin êdî bes e.  Ji bo ku em mafê xwe yê jiyanê ku mafê me yê bingehîn e misoger bikin em dibêjin bila peymana Stenbolê bikev meriyetê . Polîtîkayên îqtîdarê yên zayendparêz û zimanê medyayê yê zayendparêz  jiyanê li jinan teng dike."