Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek: Ez banga têkoşîna hevpar li jinên cîhanê dikim 2020-03-07 09:34:04   Zelal Tunç   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Gulcîhan Şîmşek diyar kir ku ew banga têkoşîna hevpar li jinên cîhanê dikin û wiha got: “Em dibêjin ku; rêxistina me têxistina we ye. Em vê wek xeta têkoşîna 2020’an îlan dikin. Em ê jin bi dirûşma ‘em berxwedanê rêxistin dikin, dimeşin azadiyê’ li qadên 8’ê Adarê bin.”   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulîcîhan Şîmşek der barê konferansa di 2’yê Sibatê de li Amedê pêk hatiye de nirxandin kir û got: “Jinên Kurd 40 sal in têdikoşin û bedelên mezin dane. Jinên Kurd têkoşîna xwe di 10 salên dawî de zêdetir mezin kirine. Li dijî jinê êrîşên mezin hene. Jinan li dijî polîtîkayên neolîberal, zayendperestî, netewperestî, olperestiyê xeta têkoşînê ava kir. Ev nirxên ku tevgera jinan derxistiye pêş, li dijî êrîşên li hember hemû jinên cîhanê, xeteke têkoşînê ye.”   ‘Hêzeke cidî ya muxalîf a jinan heye’   Gulcîhanê destnîşan kir ku pergalên cîhanê jî pêvajoyê kaos û krîzê ya cidî dijîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pergala serdest a mê li ser jinan polîtîkayên kaos û krîzê dike meriyetê. Jin li dijî xizanî, polîtîkayên li hember jinan û li dijî vê zîhniyetê têdikoşe. Ji Şiliyê dest pê kir heta Tunus, Lubnan û Kurdistanê hêzek muxalîf a jinê ya cidî derket holê û ev encama têkoşînan derket holê. Tifaqek heye. Di alî jinên Kurd de jî ev hewldaneke cidî ye.”   ‘Divê em têbikoşin’   Gulcîhanê anî ziman ku li Tirkiyeyê jî muxalefetek cidî ya jinê heye û wiha bi lêv kir: “Têkoşîneke jinê ya li her qadê heye. Li dijî êrîşên AKP’ê bi taybet têkoşînek heye. Rejîmeke mudaxaleyê jinê dike heye. Tifaqek cidî ya jinan a li dijî van êrîşan heye. Di eniya tirkiyeyê de têkoşîna jinê li dijî hêzên emperyalîst xwe rêxistin dike. Li Kurdistanê, platform û TJA bi dînamîkên xwe têkoşîna xwe dide. Me bernameya salekê da pêş xwe. Ev teşeyê rêxistinbûnê bi kampanyaya 6 mehan didome. Hewldaneke me ya guhertina civakê heye. Em xeta xwe ya têkoşînê ji ser vê perspektîfê li ser vê felsefeyê rêxistin dikin. Divê em têbikoşin”   ‘Jin pergala heyî red dikin’   Gulcîhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di pêvajoyeke ku siyasetmedarên jin tên girtin de, derbas dibin. Rêxistinên civaka sivîl tên astengkirin, akademîsyen tên girtin û surgunkirin. Ji ber ku jin li dijî vê pergalê derdikevin. Li dijî êrîşan xwe rêxistin dikin. Bi vê teşeyê rêxistinbûyinê dibin alternatîf.”   ‘Em tevgereke enternasyonal in’   Gulcîhanê wiha ev tişt daxuyand: “Em ê pêvajoya têkoşînê ya bi 8’ê Adarê re dest pê dike bidomînin. Em ê li dijî van geşedanan seferberiya rêxistinbûyinê ava bikin. Em xeta têkoşîna hevpar a li dijî pergala faşîst a li cîhanê pêş dikeve û rêxistinbûna jinê esas bigirin. Ev tevgereke enternasyonal e. Berpirsyariya me ye ku em vê tevgera xwe ya enternasyonal bi jinên cihanê re di xeta hevpar de bînin gel hev. Em wek tevgera TJA’yê delegeya meşa Jinan a Cîhanê ne. Biryarên li wir hatine girtin hene. Plansaziyên der barê 2020’an de hene. Di wir de bernameyeke çalakiyê hat derxistin. Di 24’ê Hezîran û 12’ê cotmehê de bi çalakiya hevpar em ê li dijî polîtîkayên neolîberal li her derê rêxistinbûna xwe bînin ziman.”   ‘Em li dijî tecrîda heyî jî têdikoşin’   Gulcîhanê bal kişand ser pirsgirêka Kurd û got: “Li hember ziman, hebûn û nasnameya me mudaxale heye. Li dijî vê jî xeteke têkoşînê heye. Em dîsa têkoşîneke ku tifaqê ava dike dimeşînin. Li ser Birêz Ocalan jî tecrîdek heye. Em li dijî tecrîdê jî têdikoşin. Piştî maseyên muzakereyê hatin qulipandin, li dijî gelê Kurd amadekariya êrîşan dîsa hat kirin. Gelê Kurd pêvajoyeke dijwar jiya. Bi hezaran kes hatin girtin. Ji ber vê divê xeteke hevpar li dijî van pêkanînan bê pêşxistin. Divê pêvajoya muzakereyê bê destpêkirin.”   ‘Em aştiyê pêş bixin’   Gulcîhanê bal kişand ser hevdîtina malbatê ya ku bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin û wiha  got: “Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi malbata xwe re tespîtên cidî û xurt yên ji bo aştiyê derxistiye holê. Li Tirkiyeyê du ling hebin yê sêyem Kurd in. Ji ber vê ev realîte nikare bê redkirin. Hebûna Kurdan nikare bê redkirin. Hebûna gelan, ziman û nasnameya gelan nikare bê redkirin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê êdî di şer de israr neke. Divê şer mezin nekin, aştiyê pêş bixin.”   ‘Em ê pirsgirêka penaberan li qadên 8’ê Adarê bînin ziman’   Gulcîhanê her wiha rewşa penaberan jî nirxand û daxuyakirin ku li deriyê sînor yê Edîrneyê drama mirovahiyê tê jiyîn û got divê penaber nebin alava bazarê. Gulcîhanê wiha dawî lê anî: “Em rewşa penaberan ev hefteyeke baş dibînin. Bi rastî tabloyeke xerab heye. Mirovahî dimire. Ji kesî deng tune ye. Jin û zarok mexdûr dibin. Em ê wek jin di 8’ê Adarê de dengê xwe xurt derbixin. Em ê pirsgirêka penaberan li qadên 8’ê Adarê bînin ziman. Em bi dirûşma ‘em berxwedanê rêxistin dikin, ber bi azadiyê ve dimeşin’ diçin qadên 8’ê Adarê û ji wir jî em biçin qadên Newrozê.”