‘Em ê li dijî şîdetê li kolanan bin’ 2020-03-07 09:19:01   Gulîstan Azak   STENBOL- Berdevka Meclîsa Jinên Pêşdeçûyî Sevî Ozlem Gulmez di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bang li hemû jinan kir ku li Kadikoyê li dijî şer û polîtîkayên şer bên cem hev û wiha got: “Me ev şer neda destpêkirin.  Şer ne şerê me jinan e.  Fatureyên krîza ku rê li ber şer vekiriye, em ê nedin.”   Berdevka Meclîsa Jinan a Pêşdeçûyî Ozlem Gulmez da zanîn wê di 8’ê Adarê de daxwazên xwe bînin ziman û der barê vê de nirxandin kir.  Sevgiyê destnîşan kir ku tevî bertekan AKP di şer de israr dike, pêşnûmeya ku îstîsmara zarokan rewa dike dikeve meriyetê û wiha pê de çû: “Kuştinên jinan jî her diçin zêde dibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkan divê em di 8’ê Adarê dakevin kolanan.”   ‘Em têkoşîna xwe bê navber dimeşînin’   Sevgiyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin tevî êrîşê AKP’ê dengê xwe bilind dikin.Li her qadê li her derê em bi pankart, dovîz û hêza xwe bûn dengê jin û ciwanan. Em bi wan re meşiyan. AKP niha hewl dide pêşnûmeya ku îstîsmara zarokan rewa dike bike rojevê. Me li dijî vê li her platformê berteka xwe ya li dijî vê nîşan da.Ev encama zîhniyeta wan e. Tevî bertekên gel dixwazin bînin. Em li dijî vê ne û qebûl nakin.”   ‘8’ê Adarê ji bo me derfet e’   Sevgiyê destnîşan kir ku jin li kolan, kargerî û her qada jiyanê bi zextên desthilatdariyê re tên rû hev û got: “Em hewl didin bibin dengê jinên rastî şîdetê tên. 8’ê Adarê ji ber vê derfet e û roja ku dikarin dengekî xurt bê derxistinê ye. Ji ber vê em wek meclîsa jinên pêşdeçûyî di 8’ê Adarê de saet di 14.00’an de li Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê hevdîtina bi jinan re pêk bînin. Ji bo hemû jin tevlî bibin wê daxuyaniya me hebe. Ji ber şer û şîdetê herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Ev şer ne şerê jinan e. Jinan nedaye destpêkirin. Fatura krîza aborî ya  rê li şer vekiriye em ê nedin.”