Her der berxwedan: Em ê serhildana xwe biqîrin 2020-03-07 09:17:09   STENBOL- Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku wê 8’ê Adarê bi coş û serhildana têkoşîna jinan derbas bibe û gotin: “Di vê 8’ê Adarê de wê hemû jin bi yek dengî serhildana xwe biqîrin.”   Nûnerên rêxistinên jinan der barê 8’ê Adarê de nirxandin kirin. Endama Jinên Ciwan a Azad (OGK) Tanya Kara diyar kir ku li her derê cîhanê jin di serhildanê de û got: “Em ê li Taksîmê kolanan tije bikin. Em 8’ê Adara îsal bi serhildan û coşek mezin pêşwazî dikin. 8’ê Adarê wê bi greva jinan a enternasyonal hinek din rêxistin bibe. Em jinên zanîngehê wê her tim li dijî tacîza li zanîngehan, li dijî rektoran, profesoran jiyanê rawestînin. J ber em jin li zanîngehan û li gelek qadên jiyanê rastî tacîz, tecawiz û qetilkirinê tên. Ji bo vê em ê jiyanê biparêzin. Em ê serî hilbidin û jiyanê rawestînin.”   ‘Em têkoşîna xwe mezin dikin’   Ji Jinên Demokrat a Nû (YDK)  Sînem Ozkan jî bi lêv kir ku wê li Kadikoyê bi daxwazên xwe bên cem hev û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şîdeta li ser jinê didome. Li dijî destkeftiyên jinê êrîş didomin. Em jî li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin dikin. Kuştinên jinan zêde bûne. Mirinên biguman zêde bûne.  Mirina Nadîra Kadîrova wisa bû. Aqûbeta Gulîstan Doku nayê zanîn. Di vî alî de divê em têkoşîna xwe mezin bikin.”   ‘Kevneşopiyeke têkoşînê heye’   Ji Jinên Anarşîst Sîbel Çoput jî bal kişand ser mîrateya têkoşîna 8’ê Adarê û wiha got: “Bi salane ev têkoşîn bi rêxistinê didome.  Aliyekî din yê kelecanê dide me ya 8’ê Adarê ya din heye.  Li her çar alî cîhanê jin di serhildanê de ne.  Têkoşîna jinan ya li dijî şer, krîz û şîdetê heye. Ji ber vê ev 8’ê Adarê wê bibe  roja bilindkirina qêrîna jinan.”