Jin wê bi reng û kenên xwe li qadan bin 2020-03-07 09:13:30   Zeynep Akgul   ENQERE- Bi banga Platforma Jinên Edeneyê jin wê di 8’ê Adarê roja yekşemê de saet di 14.00’an de ji Kurtuluşê ber bi Kolana Ziya Gokalp ve bimeşin û li dijî xizanî, bêewlebûn, şer, kuştinên jinan, tacîz, tecawiz û xespkirina mafan li qadê bên cem hev.   Bernameyên 8’ê Adarê didomin. Li Enqereyê jî jin wê di 8’ê Adarê de meşekê pêk bînin. Ji Platforma Jinan a Enqereyê Latîfe Demîrcî Kahya ji bo tevlîbûnê bang kir û da zanîn ku divê jin li dijî xizanî, krîz, şîdet, kuştin û tacîz û tecawizan li qadan cihê xwe bigirin.   ‘Dewlet-mêr li her derê jinê hedef digire’   Latîfeyê diyar kir ku krîza aborî û şerê tê meşandin herî zêde bandorê li jinan dike û got: “Keda jinê li her derê nayê dîtin. Bi krîzê re yên ewil ji kar tên avêtin jin in. Şîdeta mêr û dewletê dîsa jinan hedef digire. Şîdeta li hember jinên penaber roj bi roj zêde dibe. Jin wê tu car şer erê nekin û her wiha wê di aştiyê de israr bikin.  Ji ber vê jî ji jinan ditirsin. Em bi zext û qedexeyan nayên çewisandin.  Qêrîna me ya ‘tu sûcdar î’ ya di Las Tesîs de û têkoşîna me AKP-MHP tirsand. Ji ber vê jin bûn hedef. Li cîhanê li dijî tevgera femînîst û tevgera jinan şer hat destpêkirin.  Wezîrê Karê Hundir yê AKP’î jî jin hedef nîşan da û li gelek cihî 8’ê Adarê qedexe kir.”   ‘Bila kesên Las Tesîs qedexe kirin, neyên jibîrkirin’   Latîfeyê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Em wek her tim dîsa li kolanan e. Em dîsa bi piştevaniyê têkoşînê mezin dikin. Tevî her cureyê zext, polîtîkayên dijminê jinê, jinên têdikoşin, serî natewînin hene. Hêz, berxwedan û hêviya me ya ku em vê tabloyê biguherînin heye.   Em li dijî vê tarîtiyê têkoşîna xwe didomînin. Bila qêrîna keça Emîne Bulut ya weke ‘Dayikê ji kerema xwe re nemire’ ji bîr neke. Bila kes 23 car serlêdana Ayşe tuba Arslan ya hat kuştin ji bîr neke. Bila kes 46 caran serlêdana sûc ya Zelîha Erdemîr ya nehat parastin ji bîr neke. Bila kes Şule Çet, Ceren Ozdemîr, Nadîre Kadîrova û Ceren Damar ji bîr neke. Bila kesên ku Las Tesîs qedexe kirin, neyên jibîrkirin.”   ‘Em kolanan terk nakin’   Latîfeyê di berdewamiyê ev tişt bi lêv kir: “Sûcên li dijî jinan zêde dibin. Bila dadgeh demildest, dest ji daxistina ceza berdin.  Jin ji ber ji pêşeroja xwe bi fikar in. Jin rastî her cureyê şîdetê tên. Ji ber vê divê gumanbar bi awayekî herî giran bên cezakirin. Bila Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 pêk bê. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan. Di 8’ê Adarê de saet di 14.00’an de li Kolana Ziya Gokalp em ê bên cem hev. Her wiha saet di 20’an de jî wê Meşa Şevê ya Femînîst pêk bê. Em li dijî şîdeta mêr û daraza mêr bi şev jî kolanan terk nakin.    Ji 10 jinan 4 heb rastî şîdetê tên   Di dema AKP’ê de jin ji qada xebatê hatin dûrxistin û mîlyonek zêdetir jin yên dixebitîn ya betal mane an jî bi zexta hevjîn hepsê malê hatine kirin. Her wiha li tirkiyeyê ji sedî 38’ê jinan rastî şîdeta fîzîkî ji sedî 17 jî rastî şîdeta zayendî tên. Ji 10 jinan 4 heb rastî şîdetê tên. Li gorî rapora Îstîsmara Zarokan, Êrîşa Zayendî û Kuştinên Jinan yên li Tirkiyeyê di 2019’an de 474 jin hatine qetikirin û herî kêm 166 jin rastî êrîşa zayendî hatine û herî kêm 96 heb rastî îstîsmarê hatine.