Ji Piştevaniya Mor Gamze: Em ê li dijî serdestiya mêr li kolanan bin 2020-03-07 09:08:48     STENBOL- Endama Piştevaniya Mor Gamze Ozkan der barê xebat û bernameyên wan yên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de, axivî.    Gamzeyê bi lêv kir ku Piştevaniya Mor li her cihê ku jin heye xebatan dimeşîne û got hedefa wan ev e ku gotina jinê mezin bikin û wiha pê de çû: “Em di 8’ê Adarê de bi hemû reng û dewlemendiya xwe li dijî pergala serdest a mêr bibin yek û li qadan bin.”   Yek ji rêxistinbûnên jinan Piştevaniya Mor e. Piştevaniya Mor  di 23,24, 25’ê îlona 2016’an de li Mersînê bi kampa ku pêk anî avabûna xwe deklare kir û niha 4 salî ye. Em niha ber bi 8’ê Adarê ve diçin û ji Piştevaniya Mor Gamze Ozkan armanca Piştevaniya Mor, xebat û bernameyên wê nirxand.   ‘Jin li ku bin em li wir in’   Gamzeyê daxuyakirin ku Piştevaniya Mor li her derê ku jin heye, xebatan dimeşîne û got armaca wan ev e ku ji kolan, malan, mutbexan, fabrîkayan, atolyeyan deng û rengê jinan bidin bihîstin û xuyakirin û got: “Ji bo ev pêk bên jî em her tim li kolan û qadan e. Piştevaniya Mor rêxistibûna xwe di konfesans û civînan de bi awayekî aşkera nîşan dide. Di rojên borî de me 2’yemîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê pêk anî. Ji her çar alî welat jin tevlî bûn. 4 sale em tevî her tiştî tên cem hev û di armancên xwe de dibin hevpar.”   ‘Em bi komîte û meclîsan îradeya jinê nîşan didin’   Gamzeyê bi lêv kir ku Piştevaniya Mor wek di têkoşîna azadiya jinê de, di hemû qadên ku civakê eleqeder dike de gotinên xwe dibêje û wiha pê de çû: “Pergaleke 18 sale berdewam dike heye.  AKP 18 sale desthilatdar e û em di vê hawirê de hewl didin bîhna xwe bidin. Piştevaniya Mor di vê nokteyê de li dijî kuştin,  şîdet, tacîz, qanûnên dijberê jinan, binpêkirina kedê têdikoşe. Me di rojên borî de 2’yemîn konferansa xwe pêk anî.  Tax ji bo me girîng in. Em bi gotina ‘em ê bibin gotin û  rêxistinbûna jinên her çar alî welat’ derketin rê. Em bi meclîs û taxan hewl didin îradeya jinê bidin nîşandan.   ‘Li dijî kapîtalîzma patrîarkal derket holê’   Gamzeyê bal kişand ser armanca damezrandina Piştevaniya Mor û  got hewcedariya damezrandinê li dijî polîtîkayên dijberê jinê yên kapîtalîzma patrîarkal derketiye holê.    Gamzeyê der barê 8’ê Adarê de jî agahî da û wiha got: “Niha civîn dest pê kirine. Em di civînan de cih digirin û nîqaşan dikin. Em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Em ê di 8’ê Adarê de bi hemû reng û dewlemendiya xwe li dijî pergala serdest a mêr bi hev re li qadan bin. Werin em hemû bi hev re di korteja Piştevaniya Mor de cih bigirin.”