Lîna Berekat: Hêza jinan azadî û serkeftinê bi xwe re tînê 2020-03-07 09:03:36   Roj Hozan   QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat, derbarê pêşketina jina ereb a di nava civakê de, bandora wê ya li ser bi şoreşa jinê û rengê wê ya di nava 8’ê Adarê de nirxandin kir û got: "Şoreşa jinê ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû, bû sedem ku jina ereb jî bibe xwedî nasname. Hêza jinan azadî û serkeftinê bi xwe re tîne."   Derbarê pêşketinên jinê yên di nava qadên civakê de, bandora şoreşa jinê ya li ser jinên ereb, beşdarbûna jina ereb û amadekariyên wê yên ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinê  ya Cîhanê de, Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ji me re bi gotubêjeke taybet nirxandin kir.   Pêşketinên jinên ereb ên di aliyê siyasî, civakî û çandî yên li hemû qadan bi çi rengî ye?   Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê ya di sala 2011'an de, pêşketinên siyasî li herêmê pir aloz bûn. Di vê navberê de gelek rêxistin û partî ji nû de derketin. Bandora xwe bi taybet li ser jinê kirin. Ji bo jina ereb ger em taybet şexsê wê binirxînin, di qada siyasî de hatibû dûrxistin. Ev yek berî şoreşa Sûriyeyê jî bû û heya niha jî di tevahî sîstemên dûrî demokrasiyê rola jinê nayê dîtin. Di nava meclîs, hilbijartin, rolên pêşeng û cihê biryaran mirov dikare bêjê hema jin ne dihat dîtin. Di nava partiyên siyasî de jî beşdarbûna jinê bê wate lê dihat mêzekirin. Bi rêya vê yekê re hêzên hegemonîk xwestin xwe bighînin zagonên girêdayî şexsê jinê û li gor xwe bidin guhertin û bikaranîn. Piştî sala 2011’an, ez dixwazim li ser vê xalê rawestim û bal bikşînim ser, şoreşa jinê ya ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bû.    Jina ereb jî  tê de nasnameya xwe ya siyasî girt û di hemû qadên jiyanê de xwe bi rêxistin kir. Berê tenê jin di nava karê civakî de dihat dîtin mîna fêrbûn, tendurstî û hwd, lê weke nasnameya siyasî, rengê pêşengtiyê û rêvebirinê, jin ji xwe dûr dixist. Beşdarbûna jinê ya bi rêxistinên jinê re mîna meclîs, hevserokatî, partiyên siyasî di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hişt ku jin mêzekirineke cuda li xwe binêre, hêza xwe komê ser hev bike û bibe pêşenga şoreşê ya di qada siyasî de. Êdî dengê wê tê bihîstin û ew bi xwe jî biryara xwe dide. Jina ereb di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de li benda azadî û demokrasiya xwe bû û ev yek jî pêk hat. Jina ereb xwe ji kevneşopiya civakê heya radeyekê rizgar kir, bi jinbûna xwe derket pêşberî civakê,  tirsa di hundirê xwe de parçe kir û beşdarî qadên têkoşînê bû.    Şoreşa Jinê bandora xwe çiqasî li ser jinên ereb kir?      Piştî rizgarkirina herêmên wekî Dêrezor, Tebqa û Reqayê ya ji DAIŞ'ê şoreşa jinê bandora xwe li wir jî  bi rengekî erênî, mayinde kir. Dema jina ereb  êşa zilma DAIŞ’ê kişand û koledariya ku  li ser dihat meşandin jiya,  bi rizgarkirina xwe re, li derdora  şoreşa jinê bû xelek.  Di nava terora  DAIŞ’ê de jina ereb jiyana wê bê wate bû. Jina ereb bi şoreşa jinê re bû xwedî mafê jiyanê û heya niha jî ji bo azadiya xwe têdikoşe. Ji ber em her dibêjin di welatekî de ger jin ne azad be, civak jî azad nabe. Jin nîvê civakê ye û nîvê din jî li ser destê wê tê perwerdekirin, ji bo wê em dibêjin jin civak bi giştî ye. Şoreşa jinê ya di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çavên jina li ser rastî û dîroka wê vekir û di nav de jî niha jin ber bi azadiya xwe ve diçe.    Jinên ereb di nava civakê de rola xwe dilîzin, vê yekê di nava civaka ereb de guhertinek çawa çêkir?     Derketina jinê ya ji nava dîwarên malê ji bo xebatê, beşdarbûna wê ya di nava xebatên siyasî û mayindebûna hebûna wê, bi serê xwe şoreşek e. Jinan xewna xwe ya bi hezarê salan, pêk anîn. Gelek jin di nav welatên  cîhanê de,  dixwazin bigihêjin destkeftî û serkeftinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Jina ereb jî xewna wê azadî bû. Ji bo destdirêjî li ser nirxên jinê neyên kirin, êdî jin tedbîra xwe digirin. Şoreşa jinê êşên  kûrahiya civakê  hîs kir, ji ber hemû sîstemên ku herêm hikûm dikir, zordarî li jinan kirin. Em dikarin bêjin ku heya di destûrên navneteweyî de jî  ji aliyê sîstem û zagonan de jin hat xapandin. Ji bo şoreşa herî guncav a ku rêya azadiyê û hebûnê ji jinan re mayinde kir, şoreşa jinê bû.   Jinên ereb 8'ê Adarê kengî nas kirin?    Bi  şoreşa jinê re gelek xebat û erkên pîroz ji bo naskirina jinan ji cejna vejîn û azadiyê re hatin kirin. 8’ê Adarê Roja Jinê  ya Cîhanê, pêwîst bû em jin vê cejnê baş nas bikin û li ser wateya wê bifikirin. Dibe ku ne tenê jinên ereb rastî koletî û kevneşopiya civakê hatin, lê ger dozek jinê li kîjan deverên cîhanê hebe, tevahî jin êşa wê hîs dikin. Di hemû welatên cîhanê de jin rastî tundiyê tên û gelek isbat û belge jî li ser hatin amadekirin. Bi nêrîna me têkoşîna jinên ereb jî di nava civakê de parçeyek ji têkoşîna jinên cîhanê ye.   Ev sala duyem e li qada ereban 8'ê adarê tê pîrozkirin, bandora 8'ê adarê li ser jinên ereb çawa ye?      Dema jina ereb rola xwe di nava civakê de mayinde kir, hemû rojên cejn û şahiyên jinê jê re bûn xwedî watedariyeke mezin. Di vê rojê de jinê kirasê koletiya fikirandinê, koletiya kevneşopiya civakê ji ser xwe avêt  û bi kirasê azadiyê bejna xwe xemilandin û fikra xwe bi hişmendiya ku divê jin jî hebe mezin kir. Helbet em ji bîr nekin ku ev yek jî bi keda jinên fedekar, jinên ku di ber tevahî jinan de xwe kirin çirûska agirê şoreşê, pêk hat. Jina ereb jî ew roj weke destpêkirina şoreşa vîna xwe pênase dike ku xwe û tevahî jinan di nav de rizgar bike û biparêze.    Di 8'ê adarê de  divê hevgirtinek çawa di nava jinên cîhanê de çêbibe?    Wextê ku jin heqîqeta xwe nas bike û li ser bifikire, rastiya zordariya ku li ser hat meşandin, tê bigihêje, wê demê divê dengê jinan yek be. Yekîtiya jinan bi parvekirina tevahî jinan bi hev re tê bidestxistin. Jin dikarin ji tecrûbeyên hev feydeyê bibînin û ji serkeftinên hev bibin xwedî par. Mînaka wê jî hêzên parastina jin in yên ku piraniya axa Sûriyeyê ji terora DAIŞ’ê rizgar kirin. Ev mîrata tevahî jina ye. Bi têkoşîna jinan terora DAÎŞ'ê têk çû. Loma em dibêjin hêza jinan azadî û serkeftinê bi xwe re tîne.   Peyama we ya ji bo 8'ê adarê çi ye?   Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me erkekî mezin daye ser milê xwe ku em doza welatê xwe biparêzin û herêmên xwe ji dagirkeriyê rizgar bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em bi hêza xwe dikarin vê yekê bikin û hevgirtina xwe  bikin.  Em ê cewhera jinê bi rengê wê ya rast derxînin pêş û ji nifşên pêşerojê re bibin mînakên serkeftinê. Em di 8’ Adarê de tevahî jinan silav dikin û dibêjin têkoşîna me azadiya me ye. Azadiya me azadiya welatê me ye.