Li bajarê Dêrikê meşa meşaleyan hat lidarxistin 2020-03-07 08:41:16   QAMIŞLO - Bi boneya 8'ê Adarê, Kongreya Star a Dêrikê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" meşek meşaleyan li dar xist.   Di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de, Kongreya Star a bajarê Dêrikê ya girêdayî Kantona Qamişloyê meşek meşaleyî li dar xist. Meş li garaja otomobîlan dest pê kir heta destpêka bajarê Dêrîkê veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alê Kongreya Star û meşaleyên bi agir hatibûn hildan.   Piştî deqeyek rêzgirtin, li ser navê Kongreya Star Xaliya Elî 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Bi saya pakrewanên me, em îro gihiştine vê astê. Em weke jin me cihê xwe di nava hemû saziyan girtiye û em ê her tim ji bo azadiya jinê têbikoşin, wê her rojên me cejna jinê be."   Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.