Cenazeyê Kubar Hacîzade tê astengkirin 2020-03-06 18:16:10   AMED - Cenazeyê Kubar Hacîzade ya ku li Licê jiyana xwe ji dest dabû 6 meh şûnde hat teslîmkirin. Lê hat astengkirin ku cenazeyê wê li Bazidê bê definkirin.    Di 24'ê Îlona 2019'an de li Licê di encama pevçûnê de 3 HPG'yîyan jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan Kubar Hacîzade (Rojda Cudî) bû. Bavê Kubar, Alî Hacîzade di 27'ê Çileyê de ji bajarê Maku yê Rojhilat hat Amedê û ji bo girtina cenaze serî li MEBYA-DER'ê dabû. Alî piştî ku di 29'ê Çileyê de mînaka xwînê dabû Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê piştre vegeribû Rojhilat.    Piştî ku encamên DNA'yê diyar bû şûnde Alî ji ber ku sînor ji ber Vîrusa Corona girtiye nikaribû bihata Amedê. Loma cenazeyê ku li Nexweşxaneyaa Lêkolîn û Perwerdeyê yaa Gazî Yaşargîl dihat sekinandin bi saya vekaleta ku malbata Kubarê dabû parêzeran hat girtin.    MEBYA-DER  ji bo cenazeyê Kubarê li Bazidê defin bike derket ser rê lê li nêzî Bedlisê wesayeta cenaze ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin. Bi hinceta Muduriyeta Emniyetê destûrê nade derbaskirina cenaza hat astengkirin. Malbatê diyar kir ku piştî hevdîtina parêzeran û dozgeriya Bedlisê ew ê diyar bibe ku cenaze ew ê li ku derê bê definkirin.    Rawestandina wesayeta cenaze hildigire li nêzî Bedlisê didome.