Pêşengeya ‘Jîna’ çandên netewa demokratîk li hev kom kir 2020-03-06 16:45:11   QAMIŞLO - Bi minasebeta 8’ê Adarê û bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn, pêşengeha ‘Jînda’ a çandên netewa demokratîk, hat pêşkêşkirin.   Bi nêzîkbûna Roja Jinê ya Cîhanê 8’ê Adarê û bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn li bajarê Qamişloyê parka giştî  pêşengeha ‘Jînda’ a çandên netewa demokratîk, hat pêşkêşkirin. Di pêşengehê de her netewek bi çanda xwe beşdar bû û sê konên cuda yên çanda ereb, kurd, suriyan û êzidî hatin vedan. Di nava pêşengehê de xemla nexşeya Mezopotamyayê bi rengê netewa demokratîk û hevgirtina gelan dihat dîtin. Di her gavekê de mirov rastî çandeke resen û tişên ku di roja me ya îro de widayîne, dihat. Pêşengeh hezkirina çandê û girêdana gelê herêmê bi vegera tiştên kevnar re, dida diyarkirin û her alaveke kevnar di pêşengehê de wateya xwe ya dîrokî, vedibêje.     Pêşengeh di saetên sibehê de vebû û gel bi girseyî, beşdar bû.    Li ser navê Kongreya Star Endama Koodînasyona Kongreya Star Hediya Şemo axaftina vekirinê kir û wiha got:” Kombûna çandên netewa demokratîk di cihekî wisa de pîroz e. Îro roj xemla 8’ê Adarê dîsa bi renge jin, girêdana wê bi çandê re û parastina wê ji nirxên wê yê kevnar re di vê pêşengehê de tê dîtin. Em kêfxweş dibin dema em îro dibînin ku dîsa jin xwedî li vê çandê derdikeve û diparêze.”   Paşê koma Rojbîn Ereb a bajarokê Tilkoçerê stranên erebî gotin. Her wiha ji çanda paresvanên resen koçerat koma Çyayên Qereçoxê govendeke folklorê kurdî pêşkêş kirin. Paşê koma kevana zêrîn stran ji beşdarvanan re, gotin.    Pêşengeh bi girtina govendê bi dawî bû.