Leyla Guven ji bo 8'ê Adarê bang kir 2020-03-06 16:26:44       COLEMÊRG - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û kesên bi wê re di serdena esnafan de jin vexwend çalakiya ew ê di 8'ê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê bê lidarxistin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven, Parlamenterê HDP'ê Sait Dede û Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de li navendê çûn serdana bazirganan.  Leyla Guven û kesên bi wê re di serdena esnafan de jin vexwend çalakiya ew ê di 8'ê Adarê de saet di 11.00'aan de li avahiya HDP'ê ya Colemêrgê bê lidarxistin.    'Li dijî bêhiqûqiyê divê têbikoşin'   Leylaya ku di serdema serdanê de li esnafan qurnefîl belav kir wiha got:"Roja 8'ê Adarê bi saya têkoşînê gihaştiye vê astê. Loma 8'ê Adarê ji bo gelek girîng e. Her roj jinek tê qetilkirin. Li dijî bêhiqûqiyê divê têbikoşin. Em dixwazin jin bi awayekî azad û bi îradeya xwe hinek tiştan bikin. Jin çawa bixwaze divê wiha jiyana xwe bihone. Em roja hemû jinên cîhanê pîroz dikin."   Herî dawî Leyla jin vexwend çalakiya 8'ê Adarê ya ew ê li avahiya HDP'ê bê lidarxistin.