Malbat û parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin 2020-03-06 16:19:30   STENBOL- Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran jî ji bo hevdîtina Ocalan serî li dozgeriyê da.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin. Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo dikaribin biçin hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Malbatên her sê girtiyên din ên li gel Ocalan girtî ne jî serî li serdozgeriyê dan. Birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn bi rêya parêzeran serî li serdozgeriyê dan.    Malbatan piştî 12’ê tebaxa 2019’an herî dawî di 2’ê Adarê de hevdîtin pêk anîbûn.     Li aliyê din ji parêzerên Ocalan, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi boneya dikaribin bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li serdozgeriyê dan.    Parêzerên Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de li gel miwekîlên xwe hevdîtin pêk anîbûn.