Sara Kaya nehat tehliyekirin 2020-03-06 15:52:16   MÊRDÎN - Danişîna doza Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya hat lidarxistin û di vê danişîna 16’emîn de jî nehat berdan.    Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya ji 13’ê çileya 2017’an ve girtî ye û ev bû danişîna 16’emîn ji bo wê li Dadgeha Mêrdînê tê lidarxistin. Sara ya bi angaşta “Yekrêziya welat xera kiriye” tê darizandin îro jî bi rêya dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tarûsê beşdarî danişînê bû. Parêzerên Sara di danişînê de amade bûn.    Dozger biryara (mutala) xwe ya berê dabû dîsa dubare kir û xwest Sara bi cezayê muebetê were cezakirin.    Parêzerê Sara, Kamûran Tanhan parastina miwekîla xwe kir û da zanîn ku dosyeya miwekîla wî jê tê darizandin ji aliyê amirê berê yê Şaxa TEM’ê ya Nisêbînê Unal Ûyar ve ji delîlên pûç hatiye amadekirin. Kamûran ji bo parastinê ji şandeyê dem xwest.    Parêzer Mazlûm Dînç jî anî ziman ku amirê TEM’ê bi awayek xisûmetî dosyeya miwekîla wî amade kiriye û ev amir jî ji ber hin sedemên din niha girtî ye. Dînç got tevî delîlên şaş ên derbarê miwekîla wî de hatine nîşandan û amir girtî ne jî hêj miwekîla wan bi awayek bêwate girtî ne. Mazlûm diyar kir ku sûcdariya li ser miwekîla wan bêbingehin û xwest Sara were beratkirin.    Sara jî pişt re axivî û diyar kir ku ew bi neheqiyek mezin re rû bi rû maye û tewanbariyên derbarê xwe de qebûl nekir. Sara rexne li tewanbariyan kir û tahliyeya xwe xwest.    Dadgehê got ji ber daxwaza demê ya parêzeran dê biryarê îro nede û biryara dewama girtina Sara da. Danişîn taloqî 4’ê gulanê hat kirin.