'Em ê ji bo mafê xwe têkoşînê bidin' 2020-03-06 15:09:38   WAN - Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyanî da û got ku astengkirina tundiya li ser jinê bi jiyaneke wekhev pêkane.    Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wnaê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li ber Edliyeya Wanê li gel astengiya polîsan a bi hinceta qedexeya walîtiyê heye daxuyanî da çapemeniyê. Di dxuyaniyê de pankarta bi dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Parêzerên jin ên kedkar ne tenê ne" Hat vekirin.  Daxuyanî ji aliyê Seroka Komîsyona Mafên Jinan a Baroyê Ebru Demîrtepe ve hat xwendin.    'Di du mehên sala 2020'an de 49 jin hatine qetilkirin'   Ebru wiha got: "Jinên ku nîva nifûsa Tirkiyeyê ava dikin, di her qadê de mafên wan tên binpêkirin. Li dijî jinan cihêkarî, tune hesibandin û cudakarî heye. Ji ber van polîtîkayan, roj bi roj tundiya li dijî jinê zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de tenê di 2 mehên destpêkê yên sala 2020'an de herî kêm 49 jin ji aliyê hişmendiya serdest a mêr ve hatin qetilkirin."     'Ji bo pêşxitina qanûnan em ê bikevin tevgerê'   Ebru, da zanîn ku ewê weke Komîsyona Mafê Jinê ya Baroya Wanê, ji bo avakirina wekheviya zayendî ya civakî bi her awayî têkoşînê bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo pêşxistina qanûnên civakî, polîtîk û hiqûqî emê bi her awayî bikevin nava liv û tevgerê. Em ji niha de 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin."   Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.