'Em dikarin statuyeke qayim ji bo hemû jinên Sûriyeyê bidin avakirin' 2020-03-06 11:59:27   Roj Hozan   QAMIŞLO - Jinên ku beşdarî komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê bûne, derbarê xalên bingihîn yên komcivînê û encamên wê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:” Mebesta me ew e ku em bi hev re di vê komcivînê de encamên ku hatine derxistin li ser erdê mayinde bikin û jin bigihêje astekê ku ji vê rewşa tevlîhev rizgar bibin. Em dikarin statuyeke qayim ji bo hemû jinên Sûriyeyê bidin avakirin.”   Meclîsa Jinên Sûriyeyê li ser ‘Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de’ li navçeyaya Amûdê komcivîneke li dar xist. Di komcivînê de jinên siyasetmedar, mafnas, lêkolîner, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çapemeniyê û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên civaka Sûriyeyê, amade bûn. Di nava komcivînê de xalên bingehîn ên girêdayî pirsgirêkên jinê yên di kirîza Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin û encamên girîng, hatin pêşxistin. Jinên ku beşdarî komcivînê bûne nêrînên xwe ji me re parve kirin.     'Jina azad esasê civakeke demokratîk û azad e'   Endama Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Cewahir Osman derbarê komcivînê de wiha nêrîna xwe anî ziman:” Di nava vê komcivînê de çend xalên sereke piranî li ser wan hatin nîqaşkirin. Ji bo jin di hundirê vê kirîza Sûriyeyê a heyî de hebûna xwe biparêzê pêşniyar û nîqaş hatin kirin. Mebesta me ew e ku em bi hev re di vê komcivînê de encamên ku hatine derxistin li ser erdê mayinde bikin û jin bigihêje astekê ku ji hundirê vê rewşa tevlîhev derbikeve. Di encamê de jî em dixwazin ku ji jinê re destek were dayin û bibe bersiv ji merheleya heyî re. Şerê ku li herêmên me ji aliyê dagirkeran ve tê kirin, hedefa wê desteserkirina li ser aborî û çavknaiyên aboriyê li herêmê ye. Divê jin di astên xweavakirinê de xwedî biryar be,  mijarên ku li ser rewşa jinê hatin nîqaşkirin pir bi wate ne, ji ber ku dema em vê yekê komî ser hev bikin em dikarin statuyeke qayim ji bo jinên Sûriyeyê bi giştî  bidin avakirin. Pêwîstî heye ku piştî komcivînê jî hereketa jinê komîteyên xwe li ser asta Sûriyeyê ava bikin û tevahî jinan tê de qezenc bikin. Jina azad esasê civakeke demokratîk û azad e.”    'Gerek em jin li mafê xwe xwedî derkevin û tundiya li ser jinê bidin rawestandin'   Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer a beşdarî komcivînê bûye wiha got: "Komcivîneke wisa xebateke pîroz bû ji bo hemû jinên Sûriyeyê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinê ev komxebateke girîng bû.  Kombûna ewqas jinên Sûriyeyê ji tevahî netewên herêmê, di cihê xwe de şoreşeke. Jinên Sûriyeyê ji aliyên hemû sîstemên heyî yên ku destê wan di qirîza Sûriyeyê de heye û naxwazin bi rêkên demokratîk bê çareserkirin , rastî zordariyê hatiye. Em di rewşeke şer de ne û bandora şer herî zêde li ser jinan tê meşandin. Di nav de jin tê qetilkirin, tecawizkirin û di welatê xwe de tê koçberkirin. Gerek em weke jin li mafê xwe xwedî derkevin û tundiya li ser jinê bidin rawestandin."