Hevseroka DBP'ê ya Girtî Hasîbe Mengirkaon sê caran rakirin nexweşxaneyê 2020-03-06 10:44:31   MÊRDÎN - Hat hînbûn ku Hevseroka DBP'ê ya Girtî Hasîbe Mengirkaon a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpaa E ya Mêrdînê tê girtin ji ber nexweşiyên xwe yên wekî astima kronîk, şekir û tansiyon sê caran rakirine nexweşxaneyê.    Hevseroka DBP'ê ya Hasîbe Mengirkaon (56) di 24'ê Kanûna 2019'an de li Mêrdînê ji bo îfadeyê çûbû emniyetê û li emniyetê hatibû binçavkirin. Hasibe bi îdiaya 'Endamtiya Rêxistinê' hat girtin û ew şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpaa E ya Mêrdînê. Xebatên Hasîbeyê yên KCD'ê wekî sûc hatin qebûlkirin. Hasîbe ji ber nexweşiyên xwe gelek carî mecbûr dimîne ku wê bibin revîrê.    'Gotin tiştekî wê tune ye û ew şandin girtîgehê'   Hasîbeyê ji ber astima kronîk bi wê re heye divê li cihê girtî neyê sekinandin. Li koguşê du caran ji ser hişê xwe çûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Lê piştî muayeneyê gotin tiştekî wê tune ye û ew şandin girtîgehê   'Îlaca ku dan alarjî çêkir'   Hevserê Hasîbeyê anî ziman ku îlacên Hasîbeyê tên dayin lê ev nabe çareserî. Hevserê Hasîbe wiha dewam kir:"Her roj Hasîbeyê radikin revîrê. Rewşa wê her ku diçe ne baş dibe. Hîn îdianameya wî nehatiye amadekirin. Tevî nexweşiyên bi wê re ne tedawiya derûniyê jî dibîne. Herî dawî du roj berê ew rakirin nexweşxaneyê. Îlaca ku dan alarjî çêkir. Di laşê wê de birîn vebûne."   Parêzeran daxwaza serbestiya bi kontrol kirin   Parêzerên Hasîbeyê daxwazname şandin Dadgeriya Cezayê Sulhê yê Mêrdînê da ku bigihînin ber destên Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê. Parêzeran daxwaza serbestiya bi kontrol kirin. Parêzeran diyar kirin ku ew di nava du sê rojan li hêviya bersiva daxwaznameyê ne.