Komeleya Jinê ya STAR: Hûn ne bi tenê ne 2020-03-06 10:10:09   WAN - Li Wanê 7 jin hatin gel hevdu û Komeleya Jinê ya STAR'ê ava kirin. Seroka Komeleyê Serap Guvenç anî ziman ku ew difikirin di 8'ê Adarê vekirina xwe pêk bînin û wiha got:"Jin ne bi tenê ne. Navnîşanek ku bikaribin serî lê bidin heye."   7 jin li Wanê li dijî tundiya li ser jinê hatin gel hevdu û Komeleya Jinê ya STAR'ê ava kirin. Seroka Komeleyê Serap Guvenç anî ziman ew ê wekî jin li dijî tundiya li ser jinê bibin yek.    'Tundiya li ser jinê bi awayekî sîstematîk didome'   Serapê wiha dewam kir:"Tundiya li ser jinê ne neteweyî ye, pirsgirêkek navneteweyî ye. Tundiya li ser jinê hemû civakê eleqeder dike. Tundiya li ser jinê ne tenê li ser beden e di heman demê de tundiyek derûnî jî li ser jinê tê meşandin. Tundiya civakî, bi devkî, şer, aborî û zayendî li ser jinê tên meşandin. Tundiya li ser jinê bi awayekî sîstematîk didome."   'Em hemû kesî ji bo vekirina komeleya xwe vedixwînin'   Serapê herî dawî wiha got:"Ji bo piştevaniya di nava jinê de pêş bikeve rêxistinî girîng e. Di rojeva me de îstismara li ser zarokan jî heye. Em li Wanê 7 jin hatin gel hevdu û me Komeleya Jinê ya STAR'ê ava kirin. Jin ne bi tenê ne. Navnîşanek ku bikaribin serî lê bidin heye."