Li Mêrdînê fînala 8’ê Adarê wê li Qoserê bê kirin 2020-03-06 09:34:11   MÊRDÎN- Rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Munevver Bulut diyar kir ku wê fînala 8’ê Adarê ya Mêrdînê li Qoserê bikin û got: “Em ê wê rojê bi coş û têkoşîna xwe li qadan bin. Ancax jin ji van geşedanan re bêjin bes e. Em hemû jinan vedixwînin şolenê.”   Jin li Mêrdîn û navçeyên wê ji bo mîtînga wê di 8’ê Adarê de pêk bê amadekariyan didomînin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîwa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê di 8’ê Adarê de wê şolenek li Kuçeya Berçem Taş Kopruyê ya Qoserê pêk bê.   ‘Li ser jinan zextên mezin hene’   Rêvebera HDP’ê ya Mêrdînê Munevver Bulut, bang kir ku divê hemû jin di 8’ê Adarê de li qadan bin û got: “Me starta bernameyên 8’ê Adarê yên li Mêrdînê di 28’ê Sibatê de li Nisêbînê da. Piştî vê li hemû navçeyan hevdîtinên jinan pêk hat. Em tax bi tax, navçe bi navçe gund bi gund digerin û bi jinan re tên cem hev. Jin gelek kêfxweş dibin. Coşa wan ji her rewşa wan diyar dibe. Em ê fînala xwe li Qoserê bikin. Li ser jinên Mêrdînê zextên mezin hene. Hevşaredarên me hatin girtin. Qeyûm hatin tayînkirin. Jin bi têkoşîna xwe dikarin pêşî li vê bigirin. Em dikarin van yek bi yek bidin sekinandin.”   ‘Em hemû jinan vedixwîni Qoserê’   Munevverê di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku wê jin bi coş û kelecana xwe di 8’ê Adarê de li qadan bin û got: “Em ê Roja Jinan bi coşek mezin pîroz bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi deng û coşa xwe tevlî berxwedanê bibin, bên qadan. Em hemû jinan vedixwînin Qoserê. Roja Jinan li hemû jinan pîroz be.”