'Di 8'ê Adarê de bi rêya cilên xwe, em çanda xwe nîşanî cîhanê bidin' 2020-03-06 09:23:04   HESEKÊ - Jina bi navê Nihda Emîn Sîno ya bi dirûtina cilên kurdî xizmeta çanda xwe dike, anî ziman ew ji dil karê dirûtinê dike û wiha got: "Ez ji bo jinan cilên kurdî didirûm. Ji serê sibatê ve jinan ji bo cejna 8’ê Adarê cil anîne gel min û ez jî hewil didim cilên wan bigihînim. Her çendî gelek diwestim jî bi vê kêfxweş im ku jin çanda xwe diparêzin û bi cilên xwe yên herêmî diçin şahiyan."   Jinên Rojava li dijî neheqî û bêmafiya ku li hemberî jinê dihat kirin, bêdeng neman û serî li hember desthilatdariyê hildan. Di sala 1908'an de li bajarê New Yorkê 15 hezar jin daketin qadan û xwepêşandanek mezin li dar xistin. Di xwepêşandanê de daxwaza kêmkirinên saetên kar û mafê hilbijartinê hat kirin. Ji wê rojê û şûnde êdî 8'ê Adarê bû Cejna Jinên Cîhanê. Her sal hemû jin bi cilên rengoreng ên gelêrî dadikevin qadan û bi çalakiyên rengoreng pîrozbahiyên xwe dikin. Li Rojava ji yekê adarê ve çalakîyên ji bo 8'ê Adarê dest pê kirin û heta 8’ê Adarê dom dikin.   Nihda Emîn Sîno jî cilên kurdî ji bo pîrozbahiya 8'ê Adarê û Newrozê ji hemû jinên Hesekê re didirû. Ji destpêka heyva sibatê hemû jin cilên xwe li gel wê datînin û ketine dorê. Ew jî bi hêz û kedek mezin hewil dide cilê hemû jinan bigihîne pîrozbahiyê.    'Çand bi destên jinê tê nûkirin'   Nihdayê diyar kir ku piraniya cilên ku didirû yên kurdî ne û wiha domand: "Ji dema min dest bi dirûna cilan kiriye heta niha, piranî ez bi cilên kurdî ve mijûl dibim. Cilên hemû jinan li gel min tê dirûtin. Ez jî bi vê ya gelek kêfxweş dibin. Ji ber ku heta niha hemû jinan çanda xwe ji bîr nekirine û çand bi destên jinê tê nûkirin. Ji bo wê jî divê em jin di ferqa giringiya keda xwe de bin û bizanibin çawa xizmeta çanda xwe bikin."   'Di 8'ê Adarê de bi rêya cilên xwe, em çanda xwe nîşanî cîhanê bidin'   Nihdayê bal kişand ser girîngiya cilên kurdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez hêvî dikim hemû ciwanên me girîngiyeke mezin bidin çand û kevneşopiyên xwe. Bila em bi riya cejin û şahiyan em bikaribin çanda xwe bidin jiyîn û ji hemû cîhanê re hebûna çanda xwe nîşan bidin. Di 8'ê Adarê de bi rêya cilên xwe, em çanda xwe nîşanî cîhanê bidin"