'Em ê ji bo zimanê zikmakî û ji bo mafên xwe dakevin qadan' 2020-03-06 09:19:32   Medya Uren    RIHA - Sekretera SES'ê ya Rihayê Semra Ateş, diyar kir ku jin dê di 8'ê Adarê de li qadan bin û xwedî li zimanê zikmakî û xwedî li mafê xwe derkevin.    Tecrîd, kuştin, şîdet, tecawiz, êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan, qeyrana aborî û bêkarî li Tirkiyeyê mijarên herî girîng in. Jin dê îsal di 8'ê Adarê de li dijî pirsgirêkan derkevin qadan û hêza xwe ya têkoşînê bikin yek. Sekretera Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ê Rihayê Semra Ateş, derbarê 8'ê Adarê û keda jinê ya qada tenduristiyê de nêrînên xwe ji ajansa me re parvekir.    ‘Di dîrokê de eş û serhildan bi hev re bûn'    Semra di destpêka axaftina axwe de bal kişland li ser wate û sedema serhildana jinê û wiha axivî: “Di dîrokê de îro jin ji bo xwedî li mafê û keda xwe derkevin serî rakirin. Lê hişmendiya ku hêza jinê nekarî bi awayekî hovane êrîş dike. Em xwedî dîrokek wiha ne ku di tê de êş û serhildan hene. Divê em şopdarê wan serhildanan bin. Jin li her qada jiyanê bi êrîşan re rûbirû dimînin. Divê em jî di 8’ê Adarê de li ser şopa wan jinan ku xwedî li nasname û mafê xwe xwedî derketî derkevin. Bedena jinê bi gelek aliyan ve bi îstîsmarê re rûbirû dimîne. Wekî nasnameyeke zayendî tê dest girtin. Divê em li dijî vê yekî derkevin."   ‘Keda jinê û nasnameya jinê tê ruxandin’   Semra bi taybetî bal kişand li ser qada tendirûstiyê de rewşa jinê û wiha got: “Tê zanîn ku di vê qadê de bi giranî di nava kar û xebatan de jin hene. Ji ber vê zêdetir di vê qadê de bişaftin û ruxandina kedê heye. Li vî qadê herî zêde keda jinê tê xwarin ev tişt bi xwe îstîmara ked û aboriyê ye. Em qada atolyeyên tekstîlê ji nasdikin û li vîr jî em bûn şahid ku li vir keda jinê tê binpêkirin. Jin her tim di statuya kesê bêdeng û sûcdar de radiweste. Yê dike mêr e û yê di çavê civakê de sûcdar jî wekî her tim jin e. Lê dive em bikevin wê ferqê ku sûcdarê pêvajoya niha ye. Heya zihniyeta baviksalarî neşikê vê pêvajo wiha dê berdewam bike. Lê belê em dikarin tenê bi têkoşînê bersiv bikin pergalê."    ‘Werin em li qadan bin’   Semra bal kişand li ser xebatên jinê û wiha bi lêv kir: “Helbet jin pêvajoyê dişopînin û li gorî wê xwe bi rêxistin dikin. Îro li her qadê em dengê wan bêhtir dibihîsin. Herî dawî jî faîlên Gulîstan Doku û ji hêla siyasiyan ve tê veşartin. Heke mijar jin bibe zihniyeta serdest a mêr li gorî vê tevdigere. Tişta herî girîn jî têkoşîna jina ye ya li hemberî zîhniyeta serdest a mêr. Ji bilî berxwedanê tu çareseriya jinê nîne."   Semra di dawiya axaftina xwe de bal kişand xizmetên tenduristiyê ya bi zimanê dayikê û wiha bi dawî kir: "Divê di qada tenduristiyê de xizmet bi zimanê zikmakî bê dayîn. Her wiha divê xwedî li zimanê zikmakî derkevin. Em ê di 8'ê Adarê de li qadan xwedî li zimanê zikmakî derkevin û parastina mafê xwe bisin. Werin em bi her dengî û bi her rengî dakevin qadan."