'Destên alîkariyê dirêjî niştecihên kampê bikin' 2020-03-06 09:06:48   Xezne Celal   TEBQA - Jinên koçber ên kampa Mehmûdlî bang li rêxistinên mirovahî yên navneteweyî kirin û gotin: "Pêwistiyên me di her milî de bi alîkariyê heye."   Kampên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran malbatên sivîl ên ji hemû deverên Sûriyeyê koçber bûne, di bin banê xwe de dihewîne. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di her aliyî de alîkariya koçberan dike, kar û barên mirovahî, pêdiviyên jiyanî ji wan re peyda dike. Yek ji wan kampan jî kampa Mehmûdlî ye. Kampa Mehmûdlî 15 km li Bakurê Tebqayê dikeve. Piştî gundê Mehmûdlî yê girêdayî bajarê Tebqayê ji aliyê Hêzên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  ve di 18’ê Cotmeha 2018’an de ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, rêveberiya sivîl a Tebqayê ji bo peydakirina cihekî aram û bi ewle ji bo hemû koçberên deverên Sûriyeyê kampeke mezin li gundê Mehmûdlî di 20’ê Hezîrana 2019’an de ava kir. Di kampa Mehmûdlî de nêzî hezar û 824 malbat ji hemû deverên Sûriyeyê yên di bin kontrola Rêjîma BAAS'ê de koçber bûne, li kampê bi cih bûne. Piranîya wan ji deverên Humis, Hema, Palmêra, Dêre Zor û Eyn Îsa ne. Serjimara kampê 8 hezar û 176 e.   Balafirên dewleta tirk di 13’ê Cotmeha 2019’an de kampa Eyn Îsa topbaran kirin. Di encamê de bi hezaran malbatên ji hemû deverên Sûriyeyê yên bi cih bûbûn, koçber bûn. Her wiha bi sedan malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji ber êrîşa dewleta tirk ji kampê reviyan. Armanca dewleta tirk ji vê êrîşa hewayî ew bû ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike û alîkariya wan bike da ku birevin. Hêjayî gotinê ye ku di encama vê êrîşê de zêdetirî 785 malbatên DAIŞ’ê reviyan. Hêzên Sûriya Demokratîk bersiv dan êrîşên dewleta tirk, sivîl ji kampê derxistin û ew li cihekî bi ewle bi cih kirin.   Bi hezaran welatiyên ji kampa navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê neçar man koçberî kampa Mehmûdlî bibin. Di heman demê de rêveberiya kampê karibû pêdiviyên mirovî ji koçberan re bi alîkariya Heyva Sor a Kurdî peyda bike. Lê koçber ji ber kêmbûna peydakirin pêdiviyên mirovahî yên ji aliyê saziyên pêwendîdar ên mirovahî yên navneteweyî ve zehmetiyan dikişînin.    'Me gelek zehmetî dîtin'   Jina bi navê Fatma Ebid Nasir a ji bajarê Humisê yê Sûriyeyê koçber bûye wiha behsa koçberiya xwe dike: "Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê bajar dorpêç kirin em ber bi bajarê Reqayê ve hatin û piştre em li kampa Eyn Îsayê bi cih bûn. Di kampê de em di nava ewlehî û aramiyê  de dijiyan. Lê êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser kampê û topbarana wê em neçar kirin ku birevin û ber bi kampa Mehmûdlî ve. Di dema hatina me ya kampê de em rastî gelek zehmetiyan hatin. Em bang li rêxistinên mirovahî dikin ku derman û şîrê zarokan ji me re peyda bikin. Her wiha piştgiriyê bidin koçberan."   'Destên alîkariyê dirêjî niştecihên kampê bikin'   Jina koçber Meryem Muhemed a ji bajarê Hema yê Sûriyeyê çîroka koçberiya xwe wiha vegot: "Em li bajarê Palmêra (Tedmûr) dijiyan, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê  di 2015’an de êrîşî deverê kirin, ji ber kiryarên çeteyan em koçberî çiyan bûn. Piştre di sala 2017’an de em koçberî Kantona Girê Spî bûn û piştî salekê em çûn kampa Eyn Îsa, me li wir jî salek derbas kir. Piştî êrîşa dewleta tirk ên li ser deverê ji bilî derketin tu çare li pêşiya me nema. Ji kampê em derketin û ber bi kampa Mehmûdlî ve herîkîn. Rêveberiya kampê hewl dide ku hewcedariyên me û pêdiviyên me yên jiyanî peyda bike. Tevî ku heta niha rêxistinên mirovahî di warê madeyên tendirustî û xwarinê de tu alîkarî pêşkêş nekirine em li berxwe didin. Bang li rêxistinên mirovahî yên navneteweyî dikim ku rola xwe ya mirovahî bi cih bînin û destên alîkariyê dirêjî niştecihên kampê bikin, da ku êş, azar û zextên giran ji bîr bikin."   'Armanca me ya bingehîn peydakirina aramî û ewlehiya koçberan e'   Di dawiyê de jî Endama kampa Mehmûdlî Hela Mihemed destnîşan kir ku piştî rizgarkirina gundê Mehmûdlî ya ji çeteyên DAIŞ’ê kamp hat avakirin û wiha domand: "Hemû malbatên ji deverên Sûriyeyê koçber bûne li kampê hatin bicihkirin, kar û barên ji bo peydakirina pêdiviyên koçberan bi rêk û pêk hatin meşandin. Her roj av û nan li niştecihên kampê tên belavkirin. Bi hatina demsala zivistanê re rêveberiya kampê bi alîkariya hin rêxistinan cilên zivistanê li koçberan belav kirin. Di nava kampê de gelek beşên Meclisê û rêveberiya giştî hene, ev beş bi hevdu re dibin alîkar da ku bigihêjin encamekê û sûdê li malbatên kampê bikin. Armanca me ya bingehîn peydakirina aramî û ewlehiya koçberan e û êşên wan sivik bikin. Bang li hemû rêxistinên mirovahî dikin ku biçin kampê û alîkariya malbatên koçber bikin. "