Ji Yekitiya Jinên Neteweyî ya Fîlîstanê, Ruba Fîlîstînî ji bo girtiyan banga piştevaniyê 2020-03-06 09:05:47   ENQERE - Endama Komîteya Yekitiya Jinan a Neteweyî ya Fîlîstînê û di heman demê de Koordînatora Herêm Mena a Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Ruba Odeh, bang li hemû jinên cîhanê kir ku di 8’ê Adarê de bi jinên girtî yên Fîlîstînî re bikevin nava piştevaniyê.   Di sala 2000’î de li 164 welatî li dijî şîdet û newekheviya li hember jinan, 5 hezar jin hatin cem hev û ‘Meşa Jinan a Cîhanê’ ava kirin. Her 5 salan carê li dijî muhafazkarî, neolîberalî, şer û zayendperestiyê xwedî li jiyan û demokrasiyê derdikevin û bang dikin ku li dijî hêzên rastgir bisekinin.   Li Tirkiyeyê di çalakiya yekem de 2 hezar jin hatin cem hev   Li Tirkiyeyê jî di sala 2000’î de hat avakirin û yekem çalakiya ku Koordînasyona Tirkiyeyê pêk anî jî li Enqereyê pêk hat. Nêzî 2 hezar jin tevlî vê mîtînga Meşa Jinan a Cîhanê bûn. Wê demê li ser kursiyê metna Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî hat xwendin. Di vê çalakiyê de li Enqereyê yekem car li ser kursiyê banga Kurdî hat kirin. Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) 5 salan carê di navbera 8’ê Adarê û 17’ê Cotmehê Roja Têkoşîna li Dijî Xizaniyê bi çalakiyên pêk tînin li her çar alî cîhanê di navbera jinan pirê ava dike.   Ji her çar alî cîhanê femînîstan ev têkoşîna wê ji 8’ê Adara 2020’an heta 17’ê cotmehê berdewam bike, wek 5’emîn Plana Tevgerê nirxandin.   Herî dawî li Enqereyê hatin cem hev   Komîteya Navneteweyî ya ji 12 jinan pêk tê ya ku 5 herêmên Meşa Jinan a Cîhanê temsîl dike di navbera 17-21’ê cotmeha 2019’an de li Enqereyê bi malovahiya Uçan Supurge hatin cem hev. Di civînê de bernameyeke ji 8’ê Adarê dest pê dike û heta 17’ê cotmehê berdewam dike ya 2020’an hat derxistin.   Jinên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ji bo 8’ê Adarê xwe amade dikin   Ligel Tirkiyeyê jinên Rojhilata Navîn û Afrîkayê jî amadekariyên 8’ê Adarê dikin. Bi taybet di pêvajoya dawî de jinên Sudan, Tunus, Fas, Lubnan, Misir, Iraq û Îranê li dijî xizaniyê têdikoşiyan.   Endama Komîteya Yekitiya Jinan a Neteweyî ya Fîlîstînê û di heman demê de Koordînatora Herêm Mena a Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn Ruba Odeh, roja jinên Fîlîstanê ya 8’ê Adarê û têkoşîna wan ji ajansa me re nirxand.   ‘Jinê cîhanê ji bo mafên xwe têdikoşin’   Rubayê bi lêv kir ku jinên cîhanê ji bo mafên xwe têdikoşin û got: “Em jin piştgiriyê didin koordînasyonên navneteweyî. Ji bo her jinek mafê xwe bigire em hewl didin. Me di 17’ê cotmehê de bang li hemû jinan kir ku tevlî 5’emîn Meşa Jinan a Cîhanê bibin û ji 17’ê cotmehê şûnde wê bername pêk bên. 5’emîn tevger, banga têkoşînê li hemû jinan e.”   ‘Em banga piştevaniyê dikin’   Rubayê her wiha bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi jinên Fîlîstînî yên li girtîgehên Israîlê ne re bikevin naava piştevaniyê û wiha got: “Em bang li dostên xwe yên Tirkiyeyê dikin ku bila li dijî dagirkirina Israîlê derkevin. Em jî polîtîkayên wek yên Tirkiyeyê re tên rû hev. Lê em bi yekitiyê dikarin bi ser bikevin. Li aliyê din jî ji bo mafên sereke yên jinan, ji bo mafên civakî polîtîk bi dest bixin û biryarê bigirin, têkoşîna me dimeşe.”