Piştvaniya Mor: Di 8’ê Adarê de li qadê bin 2020-03-06 09:04:25   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Jinên Piştevaniya Mor ku li Edeneyê jî xebatên xwe dimeşînin bang li hemû jinan kirin. Çîgdem Kayhan got sala 2019’an li hemû cîhanê bi berxwedana jinê derbas bûye û got: “Sala 2020’an jî wê bibe sala têkoşîna jinê. Divê em hemû li qadan bin.”   Li Edeneyê di 8’ê Adarê de bi pêşengiya Platforma Jinan a Edeneyê saet di 13.00’an de li Pira Kasim Gulek meş wê dest pê bike û heta Qada Ugur Mumcu wê bidome. Piştî meşê wê derbasî qada mîtîngê bibin. Jinên Piştevaniya Mor jî xebatên xwe yên 8’ê Adarê bê navber dimeşînin.   ‘Bi rojan berê me dest bi xebatan kir’   Çîgdem Ozdenîz destnîşan kir ku 2019’an de şîdeta li ser jinan zêde bûye û li hemû cîhanê têkoşîna jinan jî mezin bûye û got: “Li Tirkiyeyê jî tevî zextan jin daketin kolanan. Ji bo di 2020’an de kuştin, şîdet neyê jiyîn û aştî bê em ê li berxwe bidin. Em jin wê li dijî neheqiyan li kolanan bin. Me bi rojan berê dest bi xebatên 8’ê Adarê kirin. Me belavok belav kirin û civîn kirin. 8’ê Adarê rojeke girîng e. Qadeke têkoşînê ya girîng e. Em dixwazin wê rojê hemû jinan li qadê bibînin.”   ‘Ji bo aştiyê divê em li qadan bin’   Derya Çîçek Nar jî bi lêv kir ku jinên ku hepsê malê tên kirin divê li kolanan têkoşînê bimeşînin û got: “Divê hemû jin li qadan bin. Wê sala 2020’an jî bibe sala berxwedanê. Em li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin. Heta ku şer bidomin wê zêdeti jin bên mexdûrkirin. Em ê di 8’ê Adarê de daxwaza xwe ya şer bînin ziman. Divê hemû jin wê rojê li qadan bin.   ‘Wê bibe sala têkoşîna jinan’   Çîgdem Kayhan jî daxuyakirin ku wê sala 2020’an bibe sala têkoşînê û got 8’ê Adarê jî destpêka vê ye û got: “Hişmendiya jinê her sal zêdetir pêş dikeve. Jin li kolanan mafên xwe dixwazin. Jin serî natewînin û serî hildidin. Ji ber vê ez gelek bi kelecan im. Em bang li hemû jinan dikin. Divê wê rojê hemû li qadan bin.”