‘Me sînor dramên cidî yên mirovahiyê dîtin’ 2020-03-06 09:02:04   Safiye Alagaş   STENBOL- Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku penaberên bar kirine Deriyê Sînor yê Pazarkuleyê, binpêkirinên mafan yên cidî dijîn û got: “Me li sînor dramên cidî yên mirovahiyê dîtin. Der barê penaberan de hem Tirkiye hem jî dewletên Ewropayê divê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”   Li Îdlîbê di 27’ê Sibatê de di encama êrîşa rejîma Sûriyeyê de 34 leşkeran jiyana xwe ji dest dan û piştî vê Tirkiyeyê jî deriyên sînor vekir û ji gelek bajaran penaber ji bo derbasî Yewnanîstanê bibin çûn Deriyê Sînor yên Pazarkuleyê ya Edîrneyê. Tiştên ku penaberan jiyan di rayagiştî de deng da û gelek rojnamegerên ji bo vê çûn sînor jî hatin binçavkirin.   Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî ji bo der barê rewşê de raporê amade bike çû Deriyê Sînor yê Pazarkuleyê, çavdêriyên xwe parve kir.   ‘Me dramên cidî dîtin’   Gulserenê got penaber di navbera Tirkiye û welatên Ewropayê de bûne mijara bazarê û got: “Ev rê li ber encamên giran vedike. Me li sînor dramên cidî yên mirovahiyê dîtin. Zarok, jin ji her tiştî bêpar in. Ximzeta tenduristiyê tune ye. Xwedîbûnek baş tune ye û zivistan e. Hewcedariya destavê nikarin bînin cih. Nexweşî belav dibin. Em behsa tabloyek giran dikin.   ‘Gotin ava şid diavêjin’   Gulserenê destnîşan kir ku ji aliyê Yewnanîstanvê ve li hember penaberan binpêkirinên mafan tên kirin û got: “Li alî Yewnanîstanê di sînor de ji bo derbasbûnan asteng bikin du saetan carê gaza îsotê davêjin, guleyan direşînin, ava şid diavêjin. Ev tablo gelek cidî ye.”   ‘Alîkarî têr nakin’   Gulserenê daxuyakirin ku hewcedariyên penaberan yên xwedîbûn, starbûn û tenduristiyê pêk nayê û alîkariyên tên kirin jî qels in û got: “Şeva ewil alîkariya xwarinê ya bi logaya Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî hat kirin. Em bûn şahid. Şeva din jî tiştek wisa hat. Ew jî qels bû. Em baş dizanin ku wê penaber hîn bêtir mexdûr bibin. Divê demildest dawî li vê rewşê bê anîn.”   Gulserenê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku berpirsyariya penaberan ne tenê li ser Tirkiyeyê ye û got divê welatên Ewropayê jî berpirsyariya xwe bigire ser xwe û divê demildest bi dewletên Ewropayê re mutabakat pêk bê. Gulserenê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku divê hewcedariyên penaberan bên cihanîn û rîsk ji holê bên rakirin.