Li Bismil û li Çinarê jinan 8'ê Adarê bi kilaman pêşwazî kir 2020-03-05 18:12:14       AMED - Li Çinar û Bismilê jin di çarçoveya 8'ê Adarê bi şahiyekê hatin gel hev.   Navenda Jinê ya Jinwarê di hefteya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de şahî li dar xist. Di şahiya ku li Parka Nujiyan hat lidarxistin de Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Hevşaredara Çinarê Necla Tarîş, Rêxistina HDP'ê ya Çinarê û gelek jin tevli bûn. Di şahiyê de pankarta bi dirûşma "Bijî 8'ê Adarê" û " Ji tundiyê û qirkirina jinan re na" hat vekriin.    Di şahiyê de Hevşaredar Necla Tamrîş axivî û wiha got: "8'ê Adarê ji bo hemû jinên cîhanê rojeke dîrokî ye. Jin li hemû qadan têkoşîyan û gelek destkeftî bi dest xitin. Ez ji hemû jinan re jiyaneke azad dixwazim û 8'ê Adara wan pîroz dikim."   Piştre parlamenter Remziye Tosun axivî û got: "Birêz Abdullah Ocalan dibêje,' Civaka ku jin lê ne azad be ew civak jî ne azad e'.  Em jî dibêjin ger ku Birêz Ocalan ne Azad be em jî ne azad in. Divê jin li qadan têkoşînê bidin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 8'ê Adarê de li Qada Îstasyon tevli Mîtîngê bibin."   Biştî axaftinan Koma Sûrê ya Stranan û hunermenda Koma Azad Şîlan derketin ser dikê û sitranên xwe gotin. Çalakî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.   Bisimil    Li Bismilal Amedê jî di çarçoveya 8'ê Adarê de şahî hat lidarxistin. Şahî li saloneke dawetê hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag û gelek jin tevli şahiyê bûn. Li salona şahiyê pankarta bi dirûşma "Jin jiyan e jiyanê qetil neke" hat vekriin.   'Em bi hêz in'   Di şahiyê de Seroka Navçeyê ya HDP'ê Nesîbe Uygun axivî û got: "Dema ku hêza jinê bi rêxistin be wê destkeftiyên wê jî mezin bin.  Jin dikarin bi yekitiye li hember êrîşan bisekinin .Em bi hêz in û di ferqa hêza xwe de ne."   Parlamentera HDP'ê Dêrsim Dag jî wiha got: "8'ê Adarê ku ji bo jinan rojeke dîrokî ye li hêleke din a cîhanê hat destpêkirin. Lê pêşengtî û berdewamkirina wê jinên kurd kirin."    Şaredara Bismilê Gulşen Ozer jî banga tevlibûna mîtîga li Qada Îstasyonê kir.    Şahî bi govend û bi stranên Esra Onat bi dawî bû.