Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi biryarên girîng bi dawî bû 2020-03-05 17:57:54   QAMIŞLO - Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya ku li ser 'Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de'  bi biryarên girîng bi dawî bû.    Meclisa Jinên Sûriyê komcivînek li ser 'Rewşa jinê ya di nava qeyrana Sûriyeyê de’  li navçeya Amûdê hola Beyîlesan li dar xist. Komcivîn bi amadebûna siyasetmedar, mafnas, lêkolîner, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çapemeniyê û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên civaka Sûriyeyê, pêk hat. Di nava komcivînê de jinan nêrînên xwe derbarê rewşa jin di nava kirîza heyî de parve kirin. Her wiha li ser du rûniştinan komcivîn hat lidarxistin û di nav de jî semînerên cur bi cûr li ser bandora kirîzê li ser jinan hatin dayin. Piştî nîqaşan biryarên girîng bi daxuyaniyekê hatin dayîn.    Biryar wiha ne:   * Divê rê li pêşiya komkujiyên  li ser jina Sûriyeyê bên rawestandin û ev yek jî bi hevgirtina tevahî jinên Sûriyeyê mayinde dibe.   *Divê rê li pêşiya tundiya Tirkiyeyê ya derheqê jinan de li herêmên weke Efrîn, Serêkaniyê, Cerablûs, Idlib û Ezazê  bên sekinandin û ceza ji sûckaran were xwestin.   * Divê dadgeheke navneteweyî ji bo komkujiyên derkeqê jinan de bên çêkirin û mafê jinan di zagonên navneteweyî de bên parastin.    * Guhertinên demografîk yên ku li Sûriyeyê tên çêkirin ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê bandorê li ser derûniya jinaan dike û di nav de jî tevlîheviyê di nava gelê Sûriyeyê de çêdike, divê li ser bê sekinandin û ev jî erkên rêxistinên mirovî û navneteweyî ye.   * Divê proje û cihên taybet ji bo jinên ku rewşa wan ya derûnî ne baş e, bên pêşxistin.   * Ji ber rewşa koçberiyê gelek jin hene  ku rewşa wan ya aboriyê ne baş in  pêwist e pirojeyên aborî ji bo jinan zêde bibin, da ku jin bikaribe li hember zehmetiyan rûmeta xwe biparêzin.   *Divê jin di nava destûra Sûriyeyê de cihê xwe bigire û xwedî biryar be, da ku mafê tevahî jinan mayinde bibe.  Komcivîn bi dawî bû.