Xwendekar li şûna kedkarên jin xebitîn 2020-03-05 17:24:29   DÊRSIM / WAN -  Endamên Komelyea Xwendekarên Azad, ku ji bo rojekê li şûna jinan xebitîn xwestin balê bikişînin ser zahmetiyên ku jin dikişînin. Li Wanê jî bi belavokên hatin belavkirin jin ji bo şahiya 8'ê Adarê hatin vexwendin.   Di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jnan a Cîhanê de li gelek bajaran çalakî tên li darxistin.   Li Dêrsimê endamên Komeleya Xwendekarên Azad bi armanca piştgiriyê bidin jinan û balê bikişînin ser zahmetiyên ku dikişînin çalakî li dar xistin. Xwendekarên mêr li xwaringeha zanîngehê li şûna jinan xebitîn û xwarin amade kirin .Xwendekaran hem xwarin çêkir û hem jî stran gotin û jinan jî li ber sitranên wan govend gerand û 8'ê Adarê pîroz kirin.   Li Tuşbayê banga tevlibûna şahiyê hat kirin   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Tuşbayê li taxa Îstasyonê li bazarê bi armanca ku jinan vexwînin şahiya 8'ê Adarê ya wê li Wanê bê lidarxistin belavok belav kirin.