Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê de panel hat lidarxistin 2020-03-05 16:33:20       KOBANÊ- Koordînasyona Jinê ya girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê panelek ji jinan re bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e", li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê hat lidarxistin.   Di nava hemleya rêzeçalakiyên 8'ê Adarê de, îro bi pêşengtiya Desteya Jinê, Desteya Tenduristî û Meclisa Zagonsaz panelek di derbarê jin-siyaset-jin-civak û jin-şer bi dirûşma"Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê hat lidarxistin. Panel ji aliyê Rêveberiya Desteya Jin ya herêma Firatê Firyaz Berkel, Hevseroka Desteya Tenduristî ya herêma Firatê Hedle Hesen û Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya herêma Firatê Fewza Ebdî ve hat dayîn. Her wiha cihê panelê bi wêneyên şehîdên berxwedana rûmetê hatibû xemilandin.   Bi dehan jinên Kobanê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amede bûn. Panel bi deqeyek rêzgirtin des tpê kir.   'Yekîtiya jinê hêza çareseriyê ye'   Beşa jinê û Civakê ji aliyê Rêveberiya Desteya Jinê ya herêma Firatê Firyaz Berkel ve hat dayîn: "Xalên girîng yên ku hatin  nîqaşkirin ev in: Şidet, qetilkirin û civak bi çavekî çawa li jinê mêze dike, di nava civakê de ya herî rastî şidetê tê jin e. Di bin navê şeref û namûsê de gelek jin tên qetilkirin û ceza lê tê birîn. Lê dema ku mêr tiştên xirab dike wê demê bi awayekî serbest mêr tê berdan. Pêwist e em hemû jin bi awayekî bi rêk û pêk têkoşîna xwe xurt bikin û rê li pêşiya zihniyeta mêrê serdest bigirin."   'Jin damezrênerên siyasetê ne'   Beşa duyemîn ji aliyê hevseroka Meclisa Zagonsaz ya herêma Firatê Fewza Ebdî ve hat dayîn. Fewza Ebdî got: "Di nava civakê de beşdarbûna jinan ji siyasetê re nayê pejirandin. Lê mirov bala xwe bidê yên ku siyaset dane meşandin jin e. Piştî şoreşa Rojava êdî jinê xwe di nava siyasetê de bi awayekî lez pêş xist. Lê zihniyeta ku bi salane li ser jinê hatiye ferizkirin nahêle ku jin ji çarçoveya teng derkeve û bibe xwediyê biryar."   Beşa sêyemîn jî ji aliyê  Hevseroka Desteya Tenduristî ya herêma Firatê Hedle Hesen ve hat dayîn Hedleyê wiha dest pê kir: "Di nava şerd û pevçûnan de yên herî zêde zirarê dibîne jin û zarok in. Di encama şerê 9'ê Cotmehê de bi hezaran jinan jiyana xwe ji dest dan. Ji aliyekî din de bi sedan jin rastî şidetê hatin. Zarokên bi temenê biçûk bi darê zorê hatin zewicandin."   Panel bi nîqaşan bi dawî bû.