Ji Platforma Jinê ya Enqereyê bang: Em ê cîhanê bihejînin 2020-03-05 15:24:58   ENQERE - Platforma Jinê ya Enqereyê ew ê di 8'ê Adarê de li Kolana Sakaryayê bi dirûşma "Em ê ji bo ked, nasname, azadî, jiyan û aştiyê li hemû cîhanê li ser piya bin çalakiyê li dar bixe. Platforma Jinê ya Enqereyê ji bo beşdarbûna çalakiyê bang kir û got:" Em ê cîhanê bihejînin."   Platforma Jinê ya Enqereyê derbarê çalakiya ew ê di 8'ê Adarê de pêk bîne li Navenda Giştî ya Yekîtiya Mulkiyelîler daxuyaniya çapemeniyê da. Endama platformê Aysun Gençtanir daxuyanî xwend. Aysûnê diyar kir ku ew ê 8'ê Adarê bi dirûşma " Em ê cîhanê bihejînin" pîroz bikin.    'Em ê di 8'ê Adarê de li ser derê welêt li ser kuçeyan bin'   Aysûnê wiha got:"Jinên Şîliyê li LasTesis'ê kujer û tecawizkar teşhîr kirin. Jinên Meksîkayê piştî ku Ingrid Escamilla bi awayekî hovane hat qetilkirin ji bo hukumetê şermezar bikin dadgeha eyaletê şewitandin. Jinên Îtalyayê û Firansayê ji bo jiyanê rawestînin ew ê di 8'ê Adarê de dest bi grevê bikin. Em jî wekî jinên vî welatî parçeyek ji vê serîhildanê ne. Em ê di 8'ê Adarê de li her kuçeyên welêt bin."   Ji bo Kolana Sakaryayê bang hat kirin   Aysûnê banga ji bo çalakiya ew ê li Kolana Sakaryayê pêk were kir û wiha domand:"Ji bo kedi, azadî û jiyana xwe em bên gel hevdu. Em xwe birêxistin bikin û serî hildin. Em piştevaniya xwe mezin bikin. Em hemû jinên Enqereyê dawetî meşa ew ê 8'ê Adarê saet di 15.00'an de bê kirin, dikin. Em ê saet di 14.00'an de li ber Zanîngeha TED'ê bên gel hevdu û beşdarî meşa saet di 15.00'aan de bibin."