Nuran Îmîr: 8'ê Adarê bibe betlana fermî 2020-03-05 15:03:35   ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe roja betlanê ya fermî pêşniyarqanûn da meclîsê.    Li hemû welatên cîhanê û li Tirkiyeyê, ji niha de 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê tê pîrozkirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê Nuran Îmîr, ji bo 8'ê Adarê bibe roja destûrê ya fermî pêşniyarqanûn da meclîsê û xwest ev roj bibe roja fermî ya destûrê.  Îmîr, anî ziman ku bi sedan salin jin rastî neheqî, newekhevîyê û bê edaletiyê tên û jin li dijî newekheviya zayendî dê di 8'ê Adarê de li qadan dengê xwe bilind bikin. Nuran, anî ziman ku jin di 8'ê Adarê de li dijî newekheviyên civakî, siyasî, aborî û hiqûqî li qadan têkoşîna xwe bilind dikin û daxwazên xwe yên azadiyê bilind dikin. Nuran, xwest 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bibe roja betlanê ya fermî.