Walîtiya Edeneyê hemû çalakiyên li bajêr qedexe kirin 2020-03-05 14:44:14   EDENE - Walîtiya Edeneyê, bi hinceta şerê li Idlîbê beriya 8'ê Adarê hemû çalakiyên ku bên kirin heta 15 rojan qedexe kirin.   Walîtiya Edeneyê  beriya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hemû çalakiyên ku bên kirin ji bo 15 rojan qedexe kir. Watiyê wekî hincet jî şerê li Idlîbê tê meşandin nîşan da.    Herwiha li aliyekî din jî Qeyemeqamê Ceyhanê serlêdana HDP'ê ya rêxstina Ceyhanê ji bo şahiya 8'ê Adarê ku bê kirin red kiribû lê li ser îtîraza ku hat kirin destûr hat dayîn ku şahî di 7'ê Adarê  saet di 12.00'an de li Qada Tokî bê lidarxistin.