Jinên Şengalê bi boneya 8'e Adarê çûn serdana goristanên Gundê Herdanê 2020-03-05 14:41:53   ŞENGAL - Bi boneya 8'ê Adarê jinên Şengalê berê xwe dan goristanên kesên di fermanê de hatin qetilkirin.    Di 3'yê tebaxa 2014'an de çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kirin û bi hezaran kes qetil kirin. Yek ji cihên ku komkujî lê pêk hat Gundê Herdanê yê Şengalê ye. Bi pêşengiya TAJÊ boneya 8'ê Adarê jinên Şengalê berê xwe dan goristanên li Gundê Herdanê yên kesên di fermanê de hatin qetilkirin.    Li ser goristanê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" berz kirin.