Wezîrê Karê Hundirûn Meşa Şevê ya Femînistan asteng dike 2020-03-05 12:12:43       NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Hundirin, da zanîn ku dê destûrê nedin Meşa Şevê ya Femînistan a 8'ê Adarê.    Her sal jin di 8'ê Adarê de li Cadeya Îstîklalê ya Taksîma Stenbolê Meşa Şevê ya Femînistan li dar dixe. Xebatên meşa şevê bi coş û kelecan didomin. Wezîrê Karê Hundirûn Suleyman Soylû duh êvarê di bernameyeke televîzyonê de da zanîn ku dê destûrê nedin meşê. Rojnameger Ozlem Gurses di bernameyê de ji Suleyman Soylu pirsî û got "Jin, bi dowîz û diruşmên xwe dê li cadeya Îstîklalê bimeşin. Gelo em azadin?". Der barê pirsê de Suleyman Soylu bersiva "Jin nikarin li Îstîklalê bimeşin, lê dikarin cihek din çalakiya xwe pêk bînin" da.    Her wiha walîtiya Stenbolê jî heta 10'ê adarê daxuyanî û çalakiyên ku derbarê Idlib û 'Ji şer re na' qedexe kiribû.    Jinan jî di daxuyaniyên xwe de da zanîn ku dê 18'êmin meşa xwe ya şevê li dar bixin û gotin: "Em ê di 8'ê Adarê de li qadan bin. Em ê bi rengê xwe bi coş û kelecana xwe bihekirin qadan. Em qad û kolanên xwe terk nakin."