Komxebata Meclîsa Jinên Sûriyeyê dest pê kir 2020-03-05 11:58:42   QAMIŞLO - Komcivîna Meclîsa Jinên Sûriyeyê ya ku li ser mijara 'Rewşa jinê ya di nava  qeyrana Sûriyeyê' de li navçeya Amûdê dest pê kir.   Di nava rêzeçalekiyên bi boneya  8’Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de tên lidarxistin, Meclîsa Jinên Sûriyeyê komcivînek li ser mijara 'Rewşa jinê ya di nava  qeyrana Sûriyeyê' li dar xist. Komcivîn li hola Beyîlesan a navçeya Amûdê bi beşdarbûna  siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, lêkolîner, nûnerên rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, saziyên çapemeniyê û kesayetên serbixwe yên ji pêkhateyên  cuda, pêk hat. Komcivîn  dê rojekê bidome, dê mijarên cuda di civînê de werin nîqaşkirin. Di komxebatê de dê 4 rûniştin werin nîqaşkirin, têkildarî rewşa civakî, derûnî, aborî, qanûnî, mafnasî û binpêkirinên li dijî jinan, her wiha pêşniyar û çareseriyên wê, dê bên nîqaşkirin.   Komcivîn bi deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin hatin kirin.    Endama Koodînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berketa bal kişand ser xalên sereke yên komcivînê û wiha got”: Di vê komcivînê de em ê xalên bingehîn yên girêdayî jinê nîqaş bikin. Tiştên ku li ser jinan hatiye kirin bûyerên ku bi serê jinê de hatine, em ê di vê  komxebatê de nîqaş bikin. Her wiha divê em bandora bûyer û pêşketinên di nava civakê yên li ser jinê şîrove bikin. Divê em jinê bigihînin asteke bilind.   Cîgira Serokatiya Encumana Cîbcîkar  a Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Êlîzabêt Gewriya gotara siyasî vekir û wiha axivî: ”Piştî 9 sal li ser qeyrana Sûriyeyê re derbas dibe, xerabiyên ku vê qeyranê bi xwe re anî  bandora xwe li ser tevahî gelên Sûriyeyê kir û taybet jî li ser jinê kir. Di kirîzê de sîstemên desthilatdar derketin pêş û serweriya xwe li ser gelê Sûriyeyê ferz kirin. Ji bo Sûriyeyek demokratîk armancên me diyalogên Sûrî-Sûrî bûn. Ji bo çareseriyeke mayinde ya ji bo tevahî gelên Sûriyeyê em li berxwe didin. Dewleta tirk di nava êrîş û dagirkeriya xwe de jin hedef girt. Xwest nirxên jinê tune bikin û şoreşa wê têk bibe. Elbet bi vîn û îradeya jinan êrîş bi ser neket û jin va ye îro bi azadiya xwe re şa dibe û di nava qadên têkoşînê de li ber xwe dide. Demokrasî armanca me ye, welatekî azad û hebûneke xwedî nasname em dixwazin. Em ne aşiqê şer in. Divê pirsgirêka Sûriyeyê bi nêrîna gelên Sûriyeyê bê çareserkirin."    Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser binpêkirinên ku di kirîza Sûriyeyê de ya derheqê jina Sûrî de pêk hatin û berxwedaniya jinê li hember van binpêkirina, hat pêşkêşkirin.    Komcivîn wê niha dest bi maseya yekem a ku li ser bandora qeyrana Sûriyeyê ya li ser jinê ji aliyê civakî,  derûnî, aborî û hiqûqî, bike .    Komcivîn didome.