Kongreya Star belavok ji bo 8’ê Adarê belav kir 2020-03-05 11:27:34   ŞEHBA - Kongreya Star a Efrînê bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" belavok jinên Efrîn û Şehbayê belav kir.   Rêxistina Kongreya Star a Efrînê, ji bo danasîna 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê belavok ser jinên Şehba û Efrînê belav kir. Têkildarî belavkirina belavokan endamên komîn û Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Serdemê nêrînên xwe parve kirin.   'Em ê bi coşa 8'ê Adarê pêşwazî bikin'   Rêveberiya Kongreya Star a Kampa Serdemê, Salîha Mihemed roja 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "Bi hatina  8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, em belavokan ji bo danasîna 8'ê Adarê li jinên Şehba û Efrînê belav dikin. Em ê bi coş û morelekî mezin 8'ê Adarê pêşwazî bikin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin."    'Bi rihê 8'ê Adarê têkoşîna xwe mezin bikin'    Endama Komîna Kampa Serdemê, Cîhan Reşîd jî cejna hemû jinan pîroz kir û wiha pê de çû: "Ez roja hemû jinan pîroz dikim. Bi hatina 8'ê Adarê kelecanek mezin di dilê me de heye. Bi vê kelecanê em ji bo danasîna 8'ê Adarê belavokan li jinan belav dikin. Rêber Apo rêya azadiyê ji jinan re vekir û îro bi rihê jinê em cejna jinê pîroz dikin. Em ê bi rihê 8'ê Adarê têkoşîna xwe mezin bikin."