Ocalan: Masaya li Tirkiyeyê li ser du piyan e, divê kurd bibin piyê sêyemîn 2020-03-05 10:35:25   Safiye Alagaş-Ferhat Çelîk    STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 8 meh şûnde bi malbatê re hevdîtin kir û got: "Ger ku hûn nebin hêz, tu kes pirsgirêkan bi we çareser nake. Divê hûn bibin hêz. Masaya li Tirkiye li 2 piyên wê hene. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin pîyê sêyemîn. Ger ku mase li ser sê pîyan be nakeve. Pîyê sêyimîn jî bi mezinkirin û xurtbûnê pêkan e."    Malbatên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş di 2'ê Adarê de çûn Îmraliyê û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind hevdîtin kirin. Mehmet Ocalan jî çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hamîlî Yildirim jî ji ber ku nexweş bû, nekaribû bi malbatê re hevdîtin bike. Mehmet Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî naveroka hevdîtinê axivî.    Mehmet Ocalan, têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ev agahî dan: “Nêzî 8 mehin em nikaribûn biçin hevdîtinê û me hevdîtin nedikir. Ji 15 rojan carekê ji bo em hevdîtinê pêk bînin em bi rêya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê bersîvê nadin me. An jî hincetên cuda nîşan didin. Piştî li Giravê şewat derket, vê carê serlêdana me malbatan hat qebûlkirin.    'Lêgerînek dijmirvî kirin'   Duşemê (2 Adar) agahî ji mere hat û bi rêya parêzeran gotin dikarin we bibin gravê. Em jî hatin Îmraliyê. Ez û birayê Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş bi hevre çûn Giravê. Ez dikarim wiha bêjim. Em li Qereqola Gemlikê di lêgerînê re derbas bûn. Lêgerîn ne normal bû, lê em bêjin normal bû. Lêgerînek ku mirov pir biçûk dixist û heqaret bû. Wekî mirovekî nikarin vê yekê qebûl bikim. Ne sincî bû. Ev ne ji bo Tirkiyeyê û ne jî ji bo dewletê tu fêdeya wê tune ye. Ez 69 salî me. Hevalên din jî wisa nin. Mirov ciwan be jî divê ev lêgerîn û neheqî neyê kirin. Me çawa piyê xwe avêt giravê em rastî lêgerîna duyemîn hatin. Ez bawerim ji bo vir dibêjin duyemîn buroya têkiliyê. Bi qasî texmîn dikim di destê cendirmeyan de ye. Lêgerînek pir xerab kirin. Mirov nikare vê yekê qebûl bike. Mirov vê yekê nakake. Lê me ji mecbûrî qebûl kir. Di lêgerîna duyemîn de her kes hatibûn wir. Kesên bi pîle, berçavkên reş, esker hemû bi çek bûn. Wekî rewşa awarte bû. Hemû kes li wir bûn. Em di lêgerînek pir xerab re derbas bûn. Ew yekîne dema em ji keştiyê daketin, li gel me heta nokta duyemîn a lêgerînê hatin. Her der esker û gardiyan bûn. Me ji mecbûrî ev lêgerîn qebûl kir. Ew jî dizanin kes ji keyfî vê lêgerînê qebûl nake. Lêgerînek li dijî mirovahiyê bû.    'Min li ser pêyan dan rawestandin'   Piştî em di wê lêgerînê re derbas bûn, em derbasî girtîgehê bûn. Li girtîgehê jî em di lêgerînê re derbas bûn. Lêgerinek asayî bû. Ewil 2 hevalên me birin. Ez ewil li derve hatim rawestandin. Bi qasî 10 deqîqeyan hatim rawestandin. Piştre bang li min kirin. Çend caran gotin di wê cîhaza x-ray re derbas bibin. Ew hincet bû. Min got ‘100 caran jî biçim û bêm ew ê dîsa deng derxe.' Piştre ez derbasî hevdîtinê bûm. Ewil ez ji bo hevdîtinê derbasî hundir kirim. Ez çûm li salonê masa berê hebû. Maseyek mezin bû. Ji mir re gotin ‘Rûnê' lê ez rûneniştim. Min dizanîbû dê Serok bê. Bi qasî çend deqîqeyan rawestiyam. Piştî liv û tevgerek çêbû min dizanîbû Serok hat. Serok hat hundir, lê destê xwe neda min û got 'Agahî dane min. Bawerim germahiya laşê te heye. Tu bi zekemê ketiye. Ji ber vê yekê min destê xwe neda te' Ew li aliyekî ez li aliyekî masê rûniştim. Ez li bakurê maseyê rûniştim. Serok ji gardiyan re got ‘Bawerim em ê saet û nîvekê hevdîtin bikin. Ne wisa?' Lê wî tiştek negot. Me jî hevdîtin dest pê kir.    Hincet ne şewat e   Serok pirsa ‘Tu çima hat? Tu bi çi hincetê hat?  pirsî. Min jî got ‘Li vir şewat derketiye. Gel û rêxistinên civakî çalakiyên demokratîk li dar xistin. Ez wisa difikirim ku ji ber vê yekê em anîn hevdîtinê. Başkan got 'Erê lê bandor li ser me nekir.' Piştre got ‘Ezê hin tiştan bipirsim. Tu bi cewherî ji min re bêje.' Bi giranî Serok axivî. Têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd, pirsgirêka li Rojhilata Navîn nerîna derve ji min pirsî. Got ji bo çareseriyê wekî hêz kê dibînin û ji kê bawer in ku wê çareser bike. Xwest ez bê şirove bibersivînim.    'Ger ku mase sê pê be navkeve'    Min jî got, 'Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike'. Got 'Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin'. Piştî wê dest bi vegotinê kir. Ji bo Rojava û ji bo saziyên demokratîk ên Tirkiyeyê dest bi vegotinê kir. Dîsa got, 'Ez bawer im HDP'ê kongreya xwe li dar xist'. Min jî got 'Belê kongreya xwe pêk anî. Gek kes tevli bûn. Ji dervê welat jî gelek kes tevli bibûn. Kongre pir baş derbas bû. Serok bi taybetî ev tişt got: " Ez ê niha ji we re vê bibêjim. Ger ku li herêmê hûn nebin hêz, binêrin li Tirkiyeyê maseyeke bi du piyan heye. Di nava tevgera we de tevgerên çepgir jî hene. Bi giranî jî kurd hene. Gelên din jî hene .Divê hûn jî bibin pêyek. Hûnê li wê bibin hêz. Ger ku maseyke sê pê be nakeve. Maseya dupê pergal çiqas ji bo neketina wê hewl bide jî wê bikeve. Ji ber wê hewldana me Kurd, pêyê sêyem in. Ji bo pêyê sêyem jî pêk bê mezinbûn divê'. Li gel hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîrove kir. Serok,'Divê kes û kesayet ne ji bo xwe, ji bo sazî û gelên xwe xizmetê bikin'.   'Divê kes ji gel re xizmetê bikin'    Nivê hevdîtinê li ser saziyên demokratîk şîroveyan kir. Serok got, 'Bila kes û şexsiyet ne ji bo xwe ji bo gel û saziyan xizmet bikin'. Ji rojnameyê re gelek silavên wî hebûn û ev tişt got: "Çapemeniyê xurt bikin. Alîkariyê bidinê. Ji hemû hevalên xebatkarên çapameniyê re pir pir silavan dişînim. Bila hem kovaran û hem jî televîzyonan xurt bikin."   'Ez kesên nirxan bi kar tînin efû nakim'   Min jê re got ku HDP'ê kongreya xwe bi protokol û beşdariyeke xurt li dar xistiye. Ji hevserokên berê û yên nû re gelek silav gotin û serkeftin ji wan re xwestin. Têkildarî partiyê jî ev tişt gotin: "Ji min tirê partî (HDP) di nav saziyên demokratîk de saziya herî bi hêz e. Partî bi kedê xurt dibe. Bi dayîna kedê bi hêz dibe. Bi gotina bi hêz nabe. Tu rewşa min dibînî newsa? 50 sal in ez ked didim. Heke ez bibihîzim ku kî/ê ji bo malbata xwe, ji bo xwe, ji bo xizmên xwe di saziyan de cih bigire û nirxan bi kar bîne, hesab ji bipirsim. Ev gel gelek bedelên mezin da. Ez ji bo xwe tiştekî nakim. Lê me soz daye vî gelî. Ev gel ewqas bedel da. 50 sal in em ked didin, nirx hene. Me gelek bedel dane. Heke hûn bibin yek û bi hêz bibin hûn ê pirsgirêka mezin jî çareser bikin. Kes nayê pirsgirêkê bi nade çareserkirin. Di rastiyê de hêza çareseriyê hûn in. Partî ne malê şexsan e. Ne yê kesan e jî." Min ji van nirxandinên wî hîn kir ku partiyê ji nêz ve dişopîne.   Ji bo Rojava nirxandinên girîng   Ji bo Sûriyeyê jî şîroveyan kir û ev tişt got: "Li Rojava gelek eşîrên ereb hene. Tûyê ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêjî. Dîsa ji kesên ku li wir di saziyan de dixebitin re gelek silav û hurmetin min bibêje. Kesên li Rojava ked didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serkeftinê ji wan dixwazim. Tirkiye geh li cem Amerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e. Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir kurd ereb, ermen û xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî ku cûdahî bikin navberê bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin."   'Ji bo pêyê sêyem ked divê'   Serok ji bo çareseriyê got ku heke tu bibîn hêz dê her tiştî çareser bikî. Min jî jê re got, 'Tundî bi awayekî zêde berdewam dike. Tu dibêjî li derve hin tiştan bikin lê li Tirkiyeyê ew derfet nemane'. Serok, piştî vê bersiva min wiha axivî: "Dîsa jî hûn dikarin vêya bikin; hûn neçar in saziyên xwe xurt bikin. Heke hûn baş bixebitin dikarin encamên baş bigirin. Baş xebitandin çî ye? Xizmeta ne ji bo şexsan ji bo gel e. Têkoşîn bi vî rengî dibe. Tu min baş nas dikî Mehmet. Tu zanî ku min çawa têkoşîn daye. Min li dijî dayika xwe jî têkoşîn daye. Dema 7 salî bûm li dij derketim. Tu baş dizanî." Min jî got, 'Belê ez zanim. Te wisa kir.' Serok, di berdewamê de jî wiha got: "Her tişt bi têkoşînê, bi têkoşîna rast dibe. Hûn neçar in bibin hêz da ku hûn karibin van pirsgirêkan çareser bikin. Rojhilata Navîn û em nav lê bikin Pirsgirêka Kurd bi vî rengî dikari çareser bikî. Heke tu nebî hêz dê kes pirsgirêkê bi te nede çareserkirin. Em dibêjin mese de mese bi du pî ye. Hûn neçar in bibin piyê sêyemîn ê meseyê. Ev bi çi dibe? Bi hêzê dibe. Heke vêya bikin dê bibe. Heke hûn  ked bidin dê bibe. Belê mese pêwîst e. Ev jî dê bi ked û xizmet dayîna gel re bibe."   'Bi fîzîkî li Îmraliyê ye lê bi fikrên xwe bi me re ye'   Serok me dizane. Min qet qal nekir. Belkî laş û fizîka wî li Girava Îmraliyê ye, lê nêrîna wî bi me re ye. Zane em çi dikin û çawa dixebitim. Minakek tenê bidim. Ji min re got, 'Tu jî dikarî li derdora xwe li Rihayê hin tiştan bikî. Peywir dikevin ser milê we hemûyan. Wiha bi paşvekişandin û bi rûniştinê nabe. Tu jî dikarî li wir ked bidî. Tuyê xizmet bidî. Tuyê jî bidî û ew hevalên te jî dê bidin. Ew gund hene û hevalên me hene. Ew tirkmen hene. Ji hemûyan re silavên min bibêje."   'Çi ji destê kê tê bila bikin'   Serok têkildarî tecrîdê jî ev tişt got: "Ez ji hemû kesên ku li Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê li dijî tecrîdê têkoşîn didin re silavên xwe dibêjim. Li kuderê kurd hebin û li dijî tecrîdê têkoşîn dabin têkoşîna wan pîroz dikim. Di hêla tenduristiyê de gelek baş im. Ez zanim çawa bijîm. Tu min dibînî ku çawa me." Min jî bi qasî ku dît baş bû. Tenduristî û moralê wî li cih bû. Got, 'serkeftinê dixwazim'. Min jî pirsa ku dê careke din hevdîtin çêbibe kir? bersiv neda pirsa min. Ev tişt got: "Her tişt girêdayî têkoşîna we ye. Heke hûn pêşveçûnekê pek bînin dê her tişt çareser bibe. Lê heke hûn nekin jî dê berdewam bike. Dê hem tecrîd berdewam dike hem jî rêjandina xwînê berdewan bike. Bila herkes li gorî vê yekê tişta ji destî wî/ê tê bike."