Nûçegîhanê MA'yê serbest hat berdan 2020-03-05 10:04:51   STENBOL - Nûçegîhanê MA'yê Nacî Kaya yê ku dema derbasbûna penaberan a sînor dişopand, hat binçavkirin, serbest hat berdan.    Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê Nacî Kaya ji bo şopandina penaberan a sînor çûbû Edîrneyê. Nacî di 29'ê Sibatê de bi sê kesan re hatibû binçavkirin. Nacî yê ku ev 5 roj in li Komutantiya Jandarmayê ya Navendê dihat girtin, serbest hat berdan.