'Ji bo em rihê têkoşînê geş bikin em ê li qadan bin' 2020-03-05 09:30:44   Ferîde Zade   ŞEHBA - Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê, li Şehbayê amadekariya 8'ê Adarê dike. Endam û Rêveberên Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê  diyar kirin ku ew ê 8'ê Adarê bi rihê Hevrînan pîroz bikin û gotin: "8'ê Adarê rihê têkoşînê ye. Ji bo em rihê têkoşînê geş bikin em ê li qadan bin."   Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê, Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê li Şehbayê dest bi amadekariyan kir. Dê bi pêşengtiya Tevgera Kevana Zêrîn gelek komên hunerî, tabloyên wêneyan û govendên cur bi cur wê bê pêşkêş bikin. Têkildarê amadekariya 8'ê Adarê endam û rêveberên Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê nêrînên xwe parve kirin.   'Bi rengê jinê wê 8'ê Adarê were pîrozkirin'   Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê, Mizgîn Çûlaq axivî û 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha domand: "Roja 8'ê Adarê tevahî jinên kedkar pîroz dikim. Ev bu du sal em 8'ê Adarê li Şehbayê pîroz dikin. Îsal jî em amadekariyên xwe dikin û em ê stran, govend, şano û tabloyên wêneyan pêşkêş bikin. Îsal bi rengê jinê wê 8'ê Adarê were pîrozkirin û hemû jin jî bi kelecanek mezin li benda 8'ê Adarê ne. Jinên kurd  gelek bi çanda xwe ve girêdayîne, ev jî dihêle ku em di rojên wiha de çanda xwe zêdetir pêşkêş bikin."   'Ji bo 8'ê Adarê cil û bergên kurdî didûrim'   Wehîde Mihemed a ji bo 8'ê Adarê cil û bergên kurdî didûre axivî û wiha got: "Ruxmê em koçber in û zehmetiyan dijîn, lê carek din çanda xwe zindî dikin. Ez jî ji bo 8'ê Adarê cil û bergên kurdî didûrim, cilê ku ez didûrim li herêma me Kurmanckî tê gotin. Îsal em bi rihê Hevrînan 8'ê Adarê pîroz dikin. Hêviya me ew e ku em sala bê li Efrînê vê rojê pîroz bikin. Em bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo gihîştin vê astê û em ê her pê çanda xwe bin."   'Em ê bi çanda herêmên xwe 8'ê Adarê pîroz bikin'    Ji Rêveberiya Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê Ronahî Şêxo diyar kir ku ew ê îsal cilên herêmên xwe di pîrozbahiya 8'ê Adarê de li xwe bikin û wiha pê de çû: "Îsal em ê bi çanda herêmên xwe cejina 8'ê Adarê pîroz bikin. Parastina çandê parastina civakê ye, me jî di vê salê de biryar girt ji bo parastina çanda xwe cil û bergên herêmên xwe li xwe bikin. "   'Wê gel 8'ê Adarê bi def û zirneyan pêşwazî bike'   Ronahî di dewama axaftina xwe de behsa bernameya 8'ê adarê kir û wiha got: "Wê gel 8'ê Adarê bi def û zirneyan pêşwazî bikin. Paşê ew ê dengbêjên Efrînê stranên gelêrî bibêjin. Ew ê şanoyek li ser tundiya li tevahî cîhanê dewam dike bê pêşkêşkirin. Govendek gelêrî li ser çanda kurdan ew ê bê pêşkêşkirin. Koma muzîkê ku tevahî ji jinan pêk tê ew ê derkeve ser dikê. Koma şehîd Hêva û Berçem stran ew ê derkevin ser dikê. Tabloyên wêneyan wê werin pêşkêşkirin. "   'Bi rihê Hevrînan em ê 8'ê Adarê pîroz bikin'   Endama Koma Şehîd Hêva ya Tevgera Kevana Zêrîn, Hêva Sîdo 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Em ê îsal bi rihê Hevrînan 8'ê Adarê pîroz bikin. Em ê di vê pîrozbahiyê de hemû çandên xwe pêşkêş bikin. Ez jî di koma stranê de cihê xwe digirim û ez ê di 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê de derkevim ser dikê û stranên xwe pêşkêş bikim."