Jinên Dêrsîmê: Lêgerîna Gulistanê bi rêk û pêk nayê kirin 2020-03-05 09:20:59   Berîtan Canozer   DÊRSÎM - Jinên Dêrsîmê der barê windabûna xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku tevî 2 meh di ser re derbas bûne hîna nehatiye dîtin de axivîn û bertek nîşan dan. Jinên Dêrsîmê dan zanîn ku lêgerîn bi rêk û pêk nayê kirin û gotin: “Bi zanebûn hewl didin ser mijarê bigirin. Dibêjin di avê de ye, întîxar kiriye. Em bawer nakin ku întîxar kiriye.”   Li Dêrsîmê xwendekara zanîngeha Munzurê a beşa Pêşxistina Zarokan Gulîstan Doku ya 21 salî ji 5’ê Çile de winda ye û piştî windabûnê lêgerîn hatin destpêkirin. Ji ber ku Gulîstanê li Pira Dînarê herî dawî hatiye dîtin, hemû bal li ser întîxarê kom bûn û li Bendeva Uzunçayir xebatên lêgerînê hatin destpêkirin. Ekîbên Xilaskirin û Lêgerînê yên Binavê (SAK) xebatên xwe didomînin lê tu tiştek der barê Gulîstanê de nehat dîtin. Walîtî û emniyet bi israr dibêjin di avê de ye û întîxar kiriye. Lê ekîbên lêgerînê dibêjin ji sedî 1 jî îhtîmala ku cenazeyê Gulîstan di avêde ye tune ye.   Walîtî û emniyet dibêje di avê de ye   Li aliyê din jî tê zanîn ku der barê îhtîmalê ku dijî an jî hatiye revandin de tu lêgerîn nayên kirin. Ji roja ewil de hevalên Gulîstanê, ji bo Gulîstan bê dîtin têdikoşin. Bendewariya malbatê ya bi fikar jî ji roja ewil de li Dêrsîmê didome. Hat hînbûn ku gumanbar Zaînal Abarakov û malbata wî jî ne li Dêrsimê ye û ji bajar derketine.   Li bajar polîtîkayên şer yên taybet di dewrê de ne   Beriya Gulistan winda bibe û piştî wê jî bûyerên îstîsmar û tecawizê li bajar di rojevê de bûn. Ev pêkanîn gel nerehet dike û tê axaftin li bajar polîtîkayên şer yên taybet demek dirêje di dewrê de ye. Kînem Bozkurt a li Dêrsîmê dijî, bi lêv kir ku windabûna Gulîstanê biguman û naqoke û got: “Ez ji Dêrsîmê me û li vir dijîm. Di salên dawî de zext zêde bûne. Em vê baş dizanin. Em bawer nakin Gulîstanê întîxar kiriye.”   ‘Dibêjin di avê de ye’   Kînemê destnîşan kir ku bi windabûna Gulîstanê re hewl tê dayîn hinek tişt bên veşartin û got: “Em ji Dêrsîmê ne ava wê baş dizanin. Ger têdebûna wê heta niha zûde bihata dîtin. Dibêjin di avê deye. Lê ne têde ye. îhtîmala ku hatiye kuştin derdikeve holê. Hevalê Gulîstanê kurê polîs e. Ji ber vê hewl didin serê bûyerê bigirin. Tiştên wisa li Dêrsîmê nedihatin jiyîn. Em jî wek gelê Dêrsîmê matmayîne.”   ‘Divê gelê Dêrsîmê xwedî li Gulîstanê derkeve’   Zeynep Yetîştîren jî diyar kir ku ew bawer nake Gulîstanê întîxar kiriye û got: “Di xebatên lêgerînê de îhmal hene. Sala borî hevalek din ya jin xwe avêt avê û întîxar kir. Hevala Evîn di cihekî nêzde roja duyem hat dîtin. Lê Gulîstan 2 mehe nayê dîtin. Ger di avêde bûna wê bihata dîtin. Li gorî min ne întîxare. Dixwazin serê hinek tiştan bigirin. Dibêjin digerin lê heta niha tu daxuyaniyek şênber nedane.Divê jin bibin yek û gelê Dêrsîmê xwedî li Gulîstanê derkevin û malbata wê tenê nehêlin.”   ‘Samîmî nayê’   Mîzgîn Çardak jî balkişand ser qelsî û îhmalê di lêgerînê de û wiha dawî lê anî: “Em ji nûçeyan dişopînin. Lê tu pêşketin tune. Li bajarê em dijîn bûyerên wisa me eciz dikin. Ev 2 mehe hîna nehatiye dîtin. Dewlet li ser bûyerê nasekine. Di avêdebûna wê niha zûde bihata dîtin. Divê ji bo dîtina wê dewlet ji her alî de xebatan bimeşîne. Tenê di avê de lêdigerin û ev jî ne samimiye.”