'Em dixwazin şer biqede' 2020-03-05 09:07:53   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Idlibî yên ku li Til Rifetê dijîn di derbarê daxuyaniya Erdogan a ji bo hebûna xwe li Idlibê mayinde bike de wiha gotin:"Erdogan ji bo berjewendiyên xwe gel bi kar tîne."   Niha li Sûriyeyê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de aloziyek heye û ev yek li Sûriyeyê dibe sedema kuştin û koçberkirina bi hezaran mirovî. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan ji bo hebûna xwe ya li Idlibê mayinde bike tîne ziman ku 'gelê Sûriyeyê gazî tirkiyeyê dike ku wan biparêzin. Jinên Idlibî yên ku li Til Rifetê dijîn têkildarî mijarê de nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin:"Erdogan li Idlîbê dibe sedema qirkirina gelan."   'Gelê Idlibê bangewaziya Erdogan nekiriye'   Jina bi navê Aya Elî ya ji Idlibê ye li ser êrîşên li Idlibê yên ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin, nirxandin kir û wiha got: "Ez bi xwe ji bajarê Idlibê me. Em ji ber dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê koçber bûn û derbasî bajarê Efrînê bûn. Dewleta tirk wê demê jî êrîşî Efrînê kir û dagir kir. Em car din koçber bûn û derbasî navçeya Til Rifetê bûn. Divê dewleta tirk û çeteyên wê ji nava erdên me derkevin. Erdogan dibêje ez alîkariya gel dikim, lê di rastiyê de Erdogan û çeteyên wê li Idlibê komkujiyan li ser gel pêk tînin. Qaşo me bangawaziya Erdogan kiriye ji bo alîkariyê, lê belê ne rast e. Erdogan ji bo berjewendiyên xwe gel bi kar tîne. Ev heft sal in ez ji malbata xwe dûr im. Ez bang li gelê ereb dikim da ku bibin yek û dewleta tirk ji Sûriyeyê derxîne. Hebûna tirkan a li Sûriyeyê, tucaran aloziyên heyî çareser nake."   'Eger Erdogan çareseriya aloziyê dixwaze divê yekser ji Sûriyeyê vekişe'   Jina bi navê Fatma El- Ehmed a ji bajarê Idlibê ye êrîşên li ser Idlibê wiha nirxand: "Niha gelê me li Idlibê rewşek pir dijwar dijîn, ji ber di nava dorpêçê de ne. Li Idlibê derfetên karkirinê nema, hemû alîkariyên ku qaşo ji bo gelê Idlibê tê, Erdogan bes ji bo çeteyên xwe dikşîne. Her wiha niha li Idlibê ewlebûnek nîne, ji bo wê mirovên ku li wir mane rehet tev nagerin. Erdogan di her daxuyaniya xwe de dibêje ez axa Sûriyeyê dagir nakim, lê belê axa Sûriyeyê piranî dagir kir û çeteyên xwe bi cih kir. Erdogan bû sedema qetilkirin, koçberî û zordariya gelê Idlibê. Gelê Idlibê jî dixwaze vegere ser axa xwe û bi aramî bijî. Ger Erdogan bi rastî jî çareseriya aloziya Sûriyeyê dixwaze, divê yekem ji axa Sûriyeyê vekişe, ji ber tenê gelên Sûriyeyê dikarin aloziya Sûriyê çareser bikin."   'Erdogan û çeteyên wî bila ji axa me derkevin'   Xedîce Xelef a ji Idlibê ye wiha got: "Dewleta tirk û çeteyên wê bajarê me dagir kirin. Em jî koçber bûn. Ev du sal in em ji Efrînê jî koçber bûn û niha li Şehbayê dijîn. Bi saya hebûn û alîkariya Rêveberiya Xweser em jiyana xwe didomînin. Ger em nehatina Efrînê em nedikarî  bijîn jî. Êrîş û daxwaza dewleta tirk her li ser axa Sûriyeyê dewam dike. Ger Erdogan bi daxwaza parastina gelê Sûriyeyê be wê ewqas kiryar derheqê gelê sivîl de pêk nedianî. Tu caran Gelên Sûriyeyê, daxwaza mayîna Tirkiyeyê li ser axa Sûriyeyê nekiriye û em nakin jî. Daxwazê me ew e ku Erdogan û çeteyên wî ji axa me derkevin û em jî di aramî de bijîn. Em dixwazin şer biqede."