ROJEVA 5'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-05 09:00:00   *Wênevan Sîbel Acar diyar kir ku jin li her derê bi şekleke cuda bi bêmafiyan re rûbirû dimîne û got: "Ez wêneyên jinan a nû (tazî) xez dikim. Ez li hemberî hişmendiya zayendperest wêneyên bi vî rengî çêdikim. Serhildana min a yekem jî wêne çêkirin bû."  DÎMEN HEYE    *Mamosteya erbanê Rûken Aydemîr diyar kir ku divê jin zincîrên li dora xwe bişkine û got: "Lêxistina min ya erbanê yê bêhêvîtiya min ya jiyanê ji holê rakir. Erbane qîrîna bêdengiya jinê ye." DÎMEN HEYE    *Jinên Idlibî yên ku li Til Rifetê dijîn di derbarê daxuyaniya Erdogan a ji bo hebûna xwe li Idlibê mayinde bike de wiha gotin:"Erdogan ji bo berjewendiyên xwe gel bi kar tîne." DÎMEN HEYE    *Cigîra Rêveberiya Jinê û Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê Semer Şîhabî behsa amadekariyên 8'ê Adarê yên li herêma Tebqayê kir. Semerê wiha got:"Em ê bi rihê Hevrînê 8'ê Adarê pîroz bikin." DÎMEN HEYE    *Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê, li Şehbayê amadekariya 8'ê Adarê dike. Endam û Rêveberên Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê  diyar kirin ku ew ê 8'ê Adarê bi rihê Hevrînan pîroz bikin û gotin: "8'ê Adarê rihê têkoşînê ye. Ji bo em rihê têkoşînê geş bikin em ê li qadan bin." DÎMEN HEYE    *Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger, derbarê şewata daristana  li Girava Îmraliyê rû dabû û de got: "Xwedîderketina li Birêz Ocalan, xwedîderketina li nirxê azadî û doza kurd e. Pêwîst e tecrîda giran dewam neke." DÎMEN HEYE    *Pîrebokên Kampusê diyar kirin ku ew ‘neviyên pîrebokên ku dîrokê şewitandine’ û li zanîngehan rêxistinbûna xwe mezin dikin, li dijî her cureyê şîdet û êrîşa zayendî têkoşînê mezin dikin. Ji pîrebokan Fatma Ardal banga 8’ê Adarê kir û got: “Wê bi copan tehdîd bikin, wê bêjin ‘bêahlaq’ an jî tiştekî din bêjin. Lê em ê tu car dest ji qadan û kolanan bernedin.” DÎMEN HEYE    *Kedkarên tenduristiyê yên bi KHK’yên dema OHAL’ê hatin weşandin, hatin îxrackirin, têkoşîna piştî îxracan vedibêjin. Jinên ku hatin îxrackirin niha 8’ê Adarê pêşwazî dikin û peyama piştevanî û têkoşînê wiha didin: “8’ê Adarê, 25’ê Mijdarê û gelek rojên din wê bi têkoşînê zêdetir mezin bibin.”DÎMEN HEYE    *Jinên Dêrsîmê der barê windabûna xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ku tevî 2 meh di ser re derbas bûne hîna nehatiye dîtin de axivîn û bertek nîşan dan. Jinên Dêrsîmê dan zanîn ku lêgerîn bi rêk û pêk nayê kirin û gotin: “Bi zanebûn hewl didin ser mijarê bigirin. Dibêjin di avê de ye, întîxar kiriye. Em bawer nakin ku întîxar kiriye.” BI DÎMEN   *Dîdar Gul ya SKM’î diyar kir ku Greva Jinan a Cîhanê li Tirkiyeyê û bajarên Kurdan her diçe zêdetir rêxistin dibe û bi lêv kir ku ger jin bawer bikin dikarin jiyanê rawestînin. BI DÎMEN   * Ceylan Îrdem ya wesayîtan tamîr dike û bi navê ‘Turbocu abla’ tê binavkirin, gûh nade gotinên ‘nikare bike’, ‘ev karê mêrane’ û di riya xwe de dimeşe. Her çiqas hevjînê wê yê berê û mêrên li sanayiyî pêşiya wê bigirin jî, ew karê xwe bi hezkirin berdewam dike. DÎMEN HEYE    *Jinên karkerên çandiniyê ku hem li malê hem jî di karên dixebitin de rastî binpêkirinên mafan tên, diyar kirin ku wê di 8’ê Adarê de li qadan daxwazên xwe bînin ziman û banga ‘ji bo ked û mafên xwe dakevin qadan’ kirin. BI DÎMEN