Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e 2020-03-04 16:24:52   STENBOL - Ji bo bal bikişînin ser zext û zordariya li hemberî çapemeniyê Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA) daxuyaniyek dan û gotin bi zextan dixwazin rastiyan veşêrin.   Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA), bi boneya balê bikişîne ser zext, tundiya li ser çapemeniyê û binçavkirin û girtina rojnamegeran li avahiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyanî dan.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca zextên dawî yên li ser rojnameger û çapemeniyê zêde dibe ewe ku ser rastiyan bigirin û wiha got: "Ji bo şerê fiîlî yê li Sûriyeyê û geşedanên li ser Sînorê Edîrneyê veşêrin, zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran zêde dikin. Armanca tundiya li ser rojnamegeran, girtin û binçavkirina rojnamegeran ji bo veşartina rastiyan e."   Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku rojnamegerî ne sûc e û wiha hat diyarkirin: "Divê dewlet rageşiya xwe nekin sedema ku mafê civakê yê agahiyê asteng bikin. Mafê azadiya agahiyan divê asteng nekin. Erka rojnamegeran vê peyvira xwe ya cemaweriyê pêk bîne ye. Tenê armanceke astengkirina me rojnamegeran heye. Ew jî dixwazin bi vê yekê rastiyan ji gel û civakê veşêrin."   Di dawiya daxuyaniya GDA'yê wiha hat gotin: "Tirkiye di aliyê azadiya çapemenî û azadiya ramanê de di cîhanê de di rêza dawî de cihê xwe digire. Zêdeyî 90 hempîşeyên me hêj girtî ne. Di 2019'an de zêdeyî 250 rojnameger derketin pêşberî darazê. 10 hempîşeyên me êrîşa bi çek û fîzîkî re rûbîrû man. Em dixwazin ev êrîşên ku azadiya me dike hedef bi lez bi dawî bibe."    Di daxuyaniyê de dowîza “Rojnamegerî ne sûc e" bilind kirin û bi hevre wêne kişandin.