Li Misircê şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin 2020-03-04 15:52:57   SÊRT - Bi minasebeta 8'ê Adarê li navçeya Misirca Sêrtê şahiyek hat lidarxistin. Parlamenter Meral Daniş Beştaş di şahiyê de diyar kir ku ne tenê 8'ê Adarê ji bo jinê her roj roja berxwedanê ye.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Misirca Sêrtê şahiya 8'ê Adarê hat lidarxistin. Şahî li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkis Opozdemîr, hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen İşik, hevşaredara navçeya Hawêlê Ozden Gulmez, aktivîstên TJA û gelek jin tevlî şahiyê bûn.   Di şahiyê de hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkis Opozdemîr axivî û bal kişand ser girîngiya 8'ê Adarê û got ku hewceye ku jin her tim xwedî li têkoşîna xwe derkevin. Parlamenter Meral di şahiyê de axivî û diyar kir ku ne tenê 8'ê Adarê, ji bo jinê her roj roja berxwedanê ye.   Meral, qala 8'ê Adarê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li her parçeyên Kurdistanê û deverên cîhanê bi coşeke mezin 8'ê Adarê tê pêşwazîkirin. Ev hefteya hefteya berxwedana jinê ye. Em naxwazîn tenê rojek, em dixwazîn her roj roja jinan be. Her roj roja me ye û hewceye ku em her roj têbikoşîn û li ber xwe bidîn."   Meral, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şîdeta li dijî jinan û wiha dom kir: "Jin li her derê tên kuştin û mafê wan ji destê wan tê standin. Heta ku li malên me jî ev êrîş hene. Tu jin nikare bibêje ku min mafê xwe tev standiye û ez xwedî bi maf im. Ji ber ku ji dîrokê heta niha jin tu carî wekî îrade nedîtine. Lê wekî Tevgera Jinên Azad em ji bo parastina mafên jinan roleke mezin û xebatên girîng didîn meşandin. Ji bo Azadiya jinan herî zêde birêz Abdullah Ocalan têkoşîn dide. Birêz Ocalan dibêjê 'Ger jin azad nebe civak jî azad nabe'.  Ji ber wê azadiya jinan nebe, wê azadî jî pêkane nebe."   Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.