Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Şewata li Îmraliyê hat piştrastkirin 2020-03-04 14:55:56   STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî hevdîtina ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin, ev daxuyanî da: "Ocalan, careke din hêza xwe ya çareseriyê ya ji bo qrîza siyasî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn destnîşan kiriye."   Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî hevdîtina malbatan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş re daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê wiha ye:    "Muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê girtî ne, di 03.03.2019'an de bi malbatan xwe re hevdîtina vekirî pêk anîn. Hevdîtin, di encama bertek û hesasiyeta gelê kurd û raya giştî ku piştî şewata li Girava Îmraliyê derket holê, pêk hatiye.   Şewata li Îmraliyê hat piştrastkirin   Malbatan, di serdena xwe ya li Girava Îmraliyê de şewat piştrast kirin. Hatiye dîtin ku bi giştî rewşa muwekîlên me baş e û ji şewatê bi bandor nebûne.   Lê rengê pêkanîna tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, tim malbatan û raya giştî dike nav rewşeke bi xemgîn. Lewre yek ji mafên bingehîn ê girtiyên li girtîgehan ê hevdîtina bi malbat û parêzeran re tu demê li Girava Îmraliyê bi awayekî hiqûqî nehatiye bi cih, weke amûreke şantaj û gefê hatiye nirxandin. Weke îro jî tê dîtin ji sala 2011'an ve tenê di rewşên awarte yên mîna grevên birçîbûnê û şewatê de pêk hatiye. Ne ji hêla hiqûqî ve ne jî ji hêla ehleqî ve aliyekî vê rewşê yê bê qebûlkirin tune ye.   Destnîşankirina 2019'an   Em hînbûn ku Birêz Ocalan bi hêz û moral bûye û tenduristiya wî baş e. Di hevdîtina bi birayê xwe Birêz Mehmet Ocalan re careke din hêza xwe ya çareseriyê ya ji bo qeyrana siyasî ya Tirkiye û Rojhilata Navîn destnîşan kiriye. Diyar kiriye ku sekna xwe ya di hevdîtinên di sala 2019'an de eşkere kiriye, hê bi hêztir berdewam dike. Geşedanên siyasî yên di demên dawîn de pêk tên, mafdariya Birêz Ocalan derdixin holê û di vê atmosferê de tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê li dijî pêşeroja gelan e.    Em ji bo bidawîkirina tecrîda ku bi awayekî bê hiqûqî tê pêkanîn û di heman demê de li dijî vîna jiyana aştiyane ya gelan e bang dikin. Geşedanên ku di vê mijarê de pêk hatine pêşkeşî raya giştî dikin."