Rapora girtîgehên Deryaya Reş: Binpêkirina mafan didomin 2020-03-04 14:49:21   WAN - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê, rapora girtîgehên Herêma Deryaya Reş aşkere kir û diyar kir ku îşkenceya li girtîgehan didome. Komîsyonê anî ziman ku girtî rastî lêgerîna tazî tên û Metin Aktin li dijî van zextan ji 13'ê Sibatê de di greva birçîbûnê de ye.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Wanê têkildarî rewşa girtîgehên Deryaya Reş, li avahiya Baroya Wanê rapor aşkere kir. Komîsyonê rapora ku der barê Girtîgeha Tîpa E ya Ordu, Tîpa L a Espiye ya Gîresunê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa L ya Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê de amade kiribû bi raya giştî re parve kir. Endamên komîsyonê û parêzerên baroyê di civînê de amade bûn. Endamê Komisyonê Cuneyt Ergun, anî ziman ku wan li ser name, hevdîtin û agahiyên di çapemeniyê de hatine belavkirin çûn li girtîgehan ziyaret pêk anîn û rapor amade kirin. Cuneyt, anî ziman ku mafê girtiyan ên kovar, rojname û pirtûkan bi hinceta "qedexe ye" tê binpêkirin û daxwaza girtiyan a revîr û nexweşxaneyan mehek şûnde pêk tê. Cuneyt, da zanîn ku girtî tevî kelepçeyan tên dermankirin û wiha got: "Girtiyên nexweş li şûna ambulansê bi maşîneyên rîngê dibin û tînin. Li odeyên qelebaliq tên rawestandin. Mafê werzîşê di asta herî kêm de tê girtin. Dîsa mafê sohbetê tê astengkirin. Mafê wan ê civakî tên astengkirin. Girtî Metîn Aktin ji ber rastî zext û tundiyê tê ji 13'ê Sibatê de di greva birçîbûnê de ye."    Cuneyt, anî ziman ku rayedarên girtîgehê bi keyfî û li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî tev digerin û zagon û mafên mirovan binpê dikin. Cuneyt, têkildarî binpêkirina mafan bang li Wezîrê Dadê, Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Tendiristê û Komîsyona Lêkolîn û Venêrtina Mafên Mirovan a Meclîsê kir û xwest erka xwe pêk bînin.    Rapora têkildarî rewşa girtîgehan wiha ye:    Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê   Rojnameya Yeni Yaşam bi hinceta "Qedexe ye" nadin wan. Bê navber li odeyan lêgerinê dikin. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê li odeyên rawestandinê di nava girtiyên sûcên cuda de didin rawestandin. Girtiyên ku 5 meh berê hatine vir hêj pirtûkên wan nedane wan. Mafê wan ê civakî tê binpêkirin. Girtî Mehmet Reşit 45 roj berê ji Girtîgeha Mêrdînê anîne Giresûnê û 45 roj in di odeya yekkesî de tê girtin. Li kawîşên 8 kesan 24 girtî tên hiştin. Girtî gelek caran bê nefes tên hiştin. Malzemeyên ku girtî ji kantînê dikirin bi buhayê pir zêde tên firotin. Dîsa malzemseyên bê qalîte didin girtiyan. Girtiyên nexweş dermanê wan bi rêk û pêk û di dema wan de nadin wan. Girtî Mehmet Emin Susin nexweşê şekir e û nexweşiya wî giran e. Bi tena serê xwe nikare girtî bimîne. Dîsa girtî Mehmet Darga nexweşê tansiyona bilind e û nexweşî lê giran dibe. Gurçikên girtî Aydın Genç îflas kirine û nexweşê giran e.    Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê   Girtiyên hatin vê girtîgehê rastî lêgerîna tazî hatin. Girtiyên ev yek qebûl nekirin rastî îşkenceyê hatin. Bi zorê cilê wan ji wan hatin kirin. Gardiyan bi keyfî nêzî girtiyan dibin û gefan li wan dixwin. Girtiyên yekem car tên vê girtîgehê bi mehan di hucreyan de tên girtin û rastî cezayê hucreyê tên. Girtî Metîn Aktin dema yekem car anîn girtîgehê nêzî 2 mehan di hucreya yek kesî de hat girtin û ji 13.02.2020'an heta niha di greva birçîbûnê de ye.    Girtî ji ber pêkanînên keyfî qebûl nakin, rastî tundî û gefên gardiyanan tên. Gardiyanên sûc dikin der barê wan de lêpirsîn nayê vekirin û hesab nayê pirsîn. Di kawîşên 8 kesan de 16 kes tên girtin. Mafê wan ê spor û civakî tê astengkirin û sînorkirin. Ji bo her girtiyekî sînorê 4 pirtûkan anîne. Pirtûkên biryara qedexeyê tune bin jî bi keyfî tên astangkirin. An jî pirtûkan dereng didin wan. Girtî 7-8 saetan di maşîna ringê de dibin nexweşxaneyan û tevî kelepçeyan tên rawestandin. Zorê li girtiyan dikin ku nasnameyê bi xwe re bibin. Mafê girtiyan ên malzemeyên kirtasiye cilên binî û goreyan nadin wan. Malzemeyên kantinê bi buhayekî pir zêde didin girtiyan. Malzemeyên ku aydî girtîgehê ne dixwazin bifiroşin girtiyan. Pereyên ceyranê ji girtiyan distînin. Daxwazên girtiyan her dem tê daloqkirin û nayê çareserkirin.    Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê   Hemû girtiyên siyasî li 4 kawîşan hatine belavkirin. Her kawîşek li blokekê belav kirine. Girtî bi tu awayî nikarin agahî ji hev bistînin. Mafê girtiyan ên çandî û civakî ji destê wan tê girtin. Daxwaza girtiyan a sewqa nexweşxaneyê  8 meh şûnde tê bersivandin. Mafê sporê tê sînorkirin. Mafê sohbetê tê astengkirin. Girtiyên yekem car tên vir rastî lêgerîna tazî tên. Girtiyên vê yekê qebûl nakin jî rastî îşkenceyê tên. Girtî Kemal Yiğit û Murat Bakudan têkildarî vê yekê serlêdana sûc kirine û pêvajoya darizandinê didome. Girtiyê 60 salî Mehmet Ogan nexweşê dil e û nikare bi tenê bijî. Girtiyê 66 salî Bedrettin Barol nexweşê dil û tansiyonê ye û nikare bi tenê bijî.    Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê   Li vê girtîgehê tenê 2 girtiyên siyasî yên mêr hene. Girtî dixwazin biçin girtîgehek din, lê ev daxwaza wan bê bersiv tê hiştin. Girtî di tecrîdê de dijîn.