Li Rojava çalakiyên 8'ê Adarê didomin 2020-03-04 14:37:46   KOBANÊ - Bi boneya 8'ê Adarê Kongreya Star bi dirûşma "Têkoşîna me azadî ye, berxwedana me serkeftin e" çalakiyên xwe didomînin. Dayikên berxwedêran çûn goristanê û kulîlk danîn ser goristanê û gotin: 'Li dijî êrîşan dê têkoşîna me her dem bidome."   Komîteya amadekar a 8'ê Adarê di 1'ê adarê de li kampa Til Semen ya koçberên Girê Spî daxuyaniyekî nivîskî ji raya gîştî re ragihand û dest bi rêze çalakiyên xwe kiribûn. Îro desteya Tenduristî ya Kantona Kobanê ji bo 8'ê Adarê kulîlk diyarî dayikan kirin. Her wiha yên ku kulîlk belav dikirin, kefiyeya YPJ'ê kiribûn istuyê xwe.    Piştî belevkirina kulîlkan bi pêşengiya Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi sedan dayikên berxwedêran berê xwe dan goristana Şehîd Dîcle. Li vir kulîlk danîn ser goristana berrxwedêran. Piştî deqeyek rêzgirtinê Hîlal Osman û Emîne Bozî axivîn.    Di axaftinên xwe de 8'ê Adarê pîroz kirin û gotin: "Bi ruhê têkoşîna jina azad em ê 8´ê Adarê bi coş û kelecan pîroz bikin. Dema ku Edogan û Putîn li hev dicivin behsa kurdan tê kirin, lê em dizanin ku armanc dikin ku êrîşê li herêmê bikin û gelên li vir dijîn tunebikin. Em ê li dijî êrîşan û polîtîkayên ku li hemberî me tê meşandin têkoşîna xwe bidomînin."   Piştî axaftinan dayikan kulîlk danîn ser gora berxwedêran.