DAKAP: Li dijî qirkirin û êrîşan bêden nemînin 2020-03-04 14:26:34   AMED - Endamên DAKAP'ê li ber avahiya ASP'ê daxuyanî dan û bal kişandin ser polîtîkayên serdest û gotin: "Divê jin li dijî newekheviyê li her qada jiyanê têbikoşin û li dijî qirkirin û êrîşa zayendî bêden nemînin."   Endamên Platforma Jinan a Dicle ya Amed (DAKAP), li ber avahiya Midûriyeta Bajêr a Polîtîkayên Civakî û Malbatê (ASP) daxuyanî dan. Berdevka Demî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Gunul Adibelî daxuyanî xwend.    Gonul, anî ziman ku jin bi polîtîkayên zayendî tên kuştin û wiha dest bi daxuyaniyê kir: "Zîhniyeta serdest a mêr jinê tenê bi malê sînor dike. Hemû barê giran a jiyanê dide ser milê jinê. Newekheviya di navbera jin û mêr de jî bi polîtîkayên xwe kûr dike."   Gonul, destnîşan kir ku niha qeyrana aborî heye û bêtir li ser malbatên xizan bi bandore û wiha dom kir: "Çend qeyrana aborî li tevahiya civakê bi bandor be du qatê wê jî li ser jinê bi bandor e. Her wiha divê li dervê mirov keda jinê bibîne. Ji ber ku jin hem li derve dixebite û hem jî li malê dixebite. Lê belê ev ked nayê dîtin. Ev tişt bi saya polîtiyan pêk tê û destkefî û keda jinê tê binpêkirin. Her wiha zihniyeta baviksalarî hebûna jinê tu carî qebûl nake."   Gonul, di axaftina xwe de bang kir ku divê pirsgirêkên ku kûr dibin bên çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin di têkoşîna xwe ya di her qadê de bibiryarbin. Divê li dijî newekheviyê bi hev re têbikoşin. Divê me li dijî qirkirin û êrîşa zayendî dengê xwe bilind bikin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.