Freedom House: Tirkiye di warê azadiyê de bi paş ve diçe 2020-03-04 13:26:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mala Azadiyê (Freedom House) ku armanc dike demokrasî, mafên mirovan û azadiya siyasî pêş bixe, rapora “Azadiyên Cîhanê ya 2020” aşkere kir û diyar kir ku Tirkiye di 10 salên dawî de di nava welatên ji azadiyê dûr ketin de di rêza duyemîn de ye.    Saziya Mala Azadiyê (Freedom House) ku armanc dike demokrasî, mafên mirovan û azadiya siyasî pêş bixe, rapora “Azadiyên Cîhanê ya 2020” aşkere kir. Mala Azadiyê bi sernavê “Têkoşîna ji bo Demokrasiyê ku Serokê wê tune ye" rapor aşkere kir de li ser 195 welat û 15 hereman rawestiya. Di raporê de wiha hat gotin: 83 welat “Azad", 63 welat “Nîv azad", 49 welat jî "Ne Azad in." Li gorî raporê Tirkiye di nava lîsteya "Welatên ne Azad" de cih digire. Di nava 10 salên dawî de 2'emîn welatê ku herî zêde azadîya wî kêm bûye. Tirkiye di 10 salên dawî de 31 puanan paşve ketiye.    Mala Azadiyê di raporê de anî ziman ku Tirkiye di hilbijartinên şaredariyan de serkeftina partiyên muxalif xetek dîrokî be jî dîsa mafên mirovan hat sînorkirin û binpêkirin û wiha hat gotin: "Di tevgera Tirkiye ya li dijî Bakurê Sûriyeyê de dengê li dijî tevgerê hat qutkirin. Piştî DYA xwe ji herêmê vekişand, Rûsya û Tirkiye ket herêmê. Dîsa li dijî nifûsa Kurdan muameleyên xerab pêş xistin. Têkoşîna bi DAIŞ'ê re ket talûkeyê.