Aysel Koç a MKP’î ku jiyana xwe ji dest da, zext û êrîşên lê hatibûn kirin vegotibû 2020-03-04 09:09:17   ENQERE - Hat îdiakirin ku girtiya MKP’î Aysel Koç li girtîgeha Jinan a Sîncanê dawî li jiyana xwe aniye û berê jî bi nameyên ku şandibû ajans û saziyan zext û binpêkirinên mafan yên jiyabû vegotibû.   Hat îdiakirin ku girtiya Partiya Komunîst a Maoîst (MKP) Aysel Koç ya cezayê muebetê girtibû û li girtîgeha Jinan a Sîncanê girtîbû dawî li jiyana xwe anîye. Girtîgehê agahiya ‘întîhar kiriye’ da malbat û parêzeran û parêzerê Ayselê jî bi lêv kir ku piştî rapora otopiysê wê sedema mirina wê bê hînkirin.   Endama Artêşa Rizgahiya Gel a Partiya Komunîst Maoîst (MKP-HKO) Aysel Koç di 15’ê Mijdara 20112’an de li bejahiya navçeya Pilûr a Dêrsîmê piştî pevçûnekê di şikefta diman de ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û ji wê demê de girtîbû. Aysel berê li girtîgehên Elbîstan, Gebze û Bakirkoyê mabû. 5 sale jî li girtîgeha Sîncanê bû.   Ayselê berê di nameyên ku ji ajans û saziyan re şandibû de binpêkirinên mafan vegotibû.   Di 2016’an de li nexweşxaneyê rastî êrîşa zayendî hatibû   Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn li Stenbolê di 1’ê Tebaxa 2016’an de daxuyanî da û diyar kir ku Aysel ya li girtîgeha Gebzeyê girtîbû li nexweşxaneyê rastî êrîşa zayendî hatiye. Der barê mijarê de serlêdana sûc hatibû kirin lê dozger biryara neşopandinê dabû.   Di 2018’an de zextên MÎT’ê vegotibû   Aysel Koç di 30’ê Adara 2018’an de di nameya ku şandibû ji ekîba ‘Gorulmuştur.org’ re diyar kiribû ku dozgerê girtîgehê ji wan re gotiye ‘MÎT kengê bixwaze dikare bi we re hevdîtinê bike, em nikarin pêşî lê bigirin. Ew kengê bixwazin dikarin li wir hevdîtinê bikin.’   Ayselê her wiha destnîşan kiribû ku di 2018’an de ji bo lêprisînên dîsîplînê yên hatine vekirin, çûne prastinê lê hatine astengkirin û di nameya xwe de der barê vê mijarê de wiha gotibû: “Parastinên me tên astengkirin û em rastî êrîşa gardiyanan tên. Herî dawî hevala me Bahar ji ber gotina ‘Kurdistan’ di parastina xwe de bi kar anî, parastina wê hat astengkirin û rastî êrîşê hat. Mafê sohbetê jî wek hemû mafên din tê astengkirin.”   Di 8’ê Tebaxa 2018’an de jî piştî hevdîtina malbatê ya bi Aysel Koç re hat diyarkirin ku ew dixwazin tecrîd û xespkirina mafan tiştên tên jiyîn bigihînin rayagiştî.   Malbata Ayselê der barê binpêkirinan de ev agahî parve kiribûn:   “Di hevdîtinê de pêvajoyên dîsîplîn, tecrîd û qedexeyên hevdîtinê vegot. Îro jî geriya û got ew, hevalên wê yên ligel wê Sevînç Sonmez û Bahar Demîr ji aliyê rêveberiya girtîgehê bi awayekî kêfî hewl tê dayîn bên tecrîdkirin. Her wiha îfade kir ku wan ev pêvajo dipa lê ne kêfî wek beramberê cezayê dipan. Li dijî van zextan Aysel bi doktorê nexweşxaneyê re hevdîtin kiriye û gotiye ew nexweşa epîlepsiyê ye û dema doktor rapor nivîsiye, midûrên girtîgehê Hakan û Ruhiyeyê gazî wî kiriye û di vegerê de rapor nedaye, li ser vê tecrîd dest pê kiriye.”