Têkoşîna li dijî êrîşan mezin bû: Jinan jiyan û hiqûq guhert 2020-03-04 09:05:25   Gulîstan Azak   STENBOL - Yek ji berdevka Platforma Jin, Wekhevî û Edaletê, Parêzer Hulya Gulbahar diyar kir ku li Tirkiyeyê di mijara mafan de gelek tişt guherîne û got: “Niha wekî ku pêşnûmeya efûya zarokan  derketiye, gumanbar parastinên weke ‘Min temenê zarok nizanibû. Ez ji xwe pê re dizewicim’ dikin. Ji ber vê jî doz bi beratê encam dibin. Yanî ew pêşnûmeya efûyê dernkeve jî bi awayekî bandorê dike. Ji ber vê jî gumanbar zêdetir bi cesaret dibin.”   Yek ji berdevka Platforma Jin, Edalet û Wekheviyê, parêzer Hulya Gulbahar beriya 8’ê adarê der barê pirsgirêkên jinan, nêzîkatiya hiqûqê û encama têkoşîna ku jin didin nirxandin kir. Hulyayê da zanîn ku di rojeva jinan de êrîşên li hemberî mafên wan yên qanûnî heye û got jin îsal mafê nefeqeyê, pêşnûmeya efûya îstîsmara zayendî û zêdebûna kuştinên jinan nîqaş dikin.   ‘Doz bi beratê encam dibin’   Hulyayê destnîşan kir ku nîqaşkirina sererastkitinên nû yên tên payîn bikevin meriyetê jî rê li encamên şaş vedike û got: “Niha wekî ku pêşnûmeya efûya zarokan  derketiye, gumanbar parastinên weke ‘Min temenê zarok nizanibû. Ez ji xwe pê re dizewicim’ dikin. Ji ber vê jî doz bi beratê encam dibin. Yanî ew pêşnûmeya efûyê dernkeve jî bi awayekî bandorê dike. Ji ber vê jî gumanbar zêdetir bi cesaret dibin.”   Hulyayê her wiha bal kişand ser mafê nefeqeyê û da zanîn ku piştî nîqaşkirina mafê nefeqeyê, darazê sererastkirin wekî ku pêş hatiye hesiband û mafê nefeqeyê yê jinan bi dest xistiye dane û ketiye nav hewldana ku bi destê Dadgehên Edliyeya Herêmî bê rakirin. Hulyayê wiha berdewam kir: “Ev sererastkirin di civakê de rê li ber pirsgirêkan vedike. Kuştinên jinan jî dikare bi van mijaran ve bê girêdan. Me di 2019’an de dît ku tê gotin ‘jin û mêr ne wek hev in.’ Ji ber vê jî sala 2019’an bi têkoşîna li dijî vê ferasetê derbas bû.”   ‘Jinan gelek tişt guhertin’   Hulyayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li Tirkiyeyê di mijara mafan de gelek tişt guherîne û got: “Jiyan diguhere, jin jiyan û hiqûqê diguherin.”